Hevdîtinên Îraq û Tirkiyeyê yên ji bo ‘ewlehiyê’ dest pê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên Tirkiye û Îraqê di çarçoveya mekanîzmeya ewlehiya asta bilind de sibe li Enqereyê dicivin.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçeli sibe civîna çaremîn a mekanîzmeya ewlehiya asta bilind a di navbera Tirkiye û Îraqê de tê kirin.

Di vê çarçoveyê de Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê diçin Enqereyê.

Herwiha hatiye ragihandin ku dê civîna yekemîn a Gruba Plana Hevpar a Tirkiye û Îraqê jî heman rojê bê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê MITê Îbrahim Kalin û Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê jî beşdar dibin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan nîsana îsal piştî 13 salan çûbû Îraqê piştre jî hatibû Herêma Kurdistanê.

Di wê serdanê de Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî “Peymana Çarçoveya Hevkariya Qada Avê" û “Peymana Lihevkirina Çarçoveya Stratejîk” îmze kirin.

Ji bilî her du peymanan, di navbera şandeyên Tirkiye û Îraqê de 25 peymanên din ên di warên cûda de bi giştî 27 peyman hatin îmzekirin.