Li Sûriyeyê qaçaxçîtiya madeyên hişbir: Bi dronan vediguhezin

14-08-2023
Hisên Omer
Qaçaxçîtiya madeyên hişbir a li sînorê Sûriyeyê bûye pirsgirêkeke mezin
Qaçaxçîtiya madeyên hişbir a li sînorê Sûriyeyê bûye pirsgirêkeke mezin
Nîşan Sûriye Urdun Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Urdunê ragihand ku wê droneke ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû û bi madeyên hişbir barkirî bû xistiye xwarê.

Di nava çend salên dawiyê de, qaçaxiya bi madeyên hişbir li ser sînorê Sûriye û Urdunê bûye pirsgirêkeke mezin, herêmî û navdewletî.

Hêzên asayişa Urdunê, li deriyê sînorî yê di navbera Sûriye û Urdunê de dest danî ser hinek hebên Captagon û çend cûreyên madeyên hişbir.

Qaçaxiya bi madeyên hişbir di navbera başûrê Sûriyê bakurê Urdunê ne tenê li ser erdê tê kirin herwiha bi rêyên asmanî jî tê kirin.

Herî dawî roja yekşemê, çavkaniyên medyayî yên Urdunê eşkere kir ku artêşa wî welatî droneke ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû û bi madeyên hişbir barkirî bû xistiye xwarê.

"Çend şêweyan bi kar tînin"

Rojnamevan Newres Ezîz ku xelkê parêzgeha Siweydayê ya li başûrê Sûriyeyê ye û dosyeya madeyên hişbir bi hûrî dişopîne, ji Rûdawê re axivî û got:

"Niha li başûrê Sûriyeyê, bi taybetî jî li her du parêzgehên Deraa û Siweydayê kêmtir behsa qaçaxiya madeyên hişbir tê kirin.Vê jî piştî ku qaçaxçiyên herî naskirî li Siweydayê hatin armanckirin rû da.

Qaçaxçî ji bo madeyên hişbir ji Sûriyeyê bigihînin Urdunê çend şêweyan bi kar tînin. Rêyên bejahî bi kar tînin û sûdê ji keşûhewayê werdigrin daku pasevanên sînorên Urdunê wan nebînin.”

"Mijara qaçaxiya madeyên hişbir mijareke sereke ye"

Newres Ezîz herwiha da zanîn ku carinan ji bo veguhestina madeyên hişbir dronan jî bi kar tînin û got:

“Di hevdîtinên berpirsên Urdunî û Sûriyeyî de, mijara qaçaxiya madeyên hişbir mijareke sereke ya danûstandinên her du aliyan e.”

Li civîna Emanê, asayikirina pêwendiyên welatên Ereban bi Sûriyeyê re, danana mekanîzmayekê ji bo kontrolkirina sînorê başûrê Sûriyeyê û rêgiriya li qaçaxiya madeyên hişbir mijarên sereke bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst