Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gihîşt Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tevî şandekê gihîşt Enqere ya paytexta Tirkiyê.

 

Heyder Ebadî dê îro li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive û bi wî re derbarê pêwendiyên du alî û mijarên herêmî yên giring bo her du welatan de gotûbêjan bike.

 

Di vê serdanê de, Ebadî dê bi Erdogan re mijarên weke kêşe û nakokiyên her du welatan li ser avê, bazirganî û tendirustî û herwiha mijarên têkildarî ewlehiyê gotûbêj bike.

 

Serdana Ebadî bo Tirkiyê di demekê de ye, ku ji ber aloziyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de û herwiha ji ber cezayên Waşingtonê li dijî Enqerê, nirxê lîreyê tirkî bi rêjeyeke zêde daketiye û rewşa aboriya wî welatî ber bi kirîzê ve çûye.

 

Biryar bû her vê heftiyê û piştî serdana Tirkiyê, Serokwezîrê Iraqê serdana Îranê jî bike, lê ji ber ku Tehranê ragihand, ku ew agahdarî wê serdanê nînin, Heyder Ebadî serdana xwe bo wî welatî betal kir.