Heyder Ebadî îro li Enqerê bi Erdogan re dicive

14-08-2018
RÛDAW
Serokwezîrê Iraqê û Serokomarê Tirkiyê îro li Enqerê dicivin.
Serokwezîrê Iraqê û Serokomarê Tirkiyê îro li Enqerê dicivin.
Nîşan Tirkiye Enqere Iraq Heyder Ebadî Bexda
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Biryar e îro Serokwezîrê Iraqê tevî şandekê serdana Tirkiyê bike û di yekemîn hevdîtina li wî welatî de bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive. Herwiha biryar e Ebadî bi rayedarên Tirkiyê re li ser çend mijarên siyasî û aborî yên navbera her du welatan gotûbêjê bike.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê, şewket Herkî ragihand, biryar e îro sêşemî piştî nîvro û di demjimêr 13:00 de yekem civîn di navbera Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de bihê lidarxistin.

 

Peyamnêrê Rûdawê got, herwiha biryar e di demjimêr 14:00 de rayedarên Tirkiyê û şanda Iraqê ya bi serokatiya Heyder Ebadî pêkve beşdarî di xwarina nîvro de bikin û di demjimêr 15:30 de jî dê konfranseke rojnamevanî jibo Ebadî û Erdogan were lidarxistin û dê her du alî di vê konfransa rojnamevanî de, naveroka hevdîtin û civînên xwe aşkere bikin.

 

Şewket Herkî herwiha da xuyakirin, heta niha tişta zelal û xuya ew e, ku mijara sere ya civînên navbera rayedarên her du welatan, mijarên aborî ne û diyar kir, bêguman di civînên navbera her du aliyan de bêguman dê behsa hinardekirina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê jî were kirin. Di heman demê de mijara ewlehiyê jî mijareke giring dibe, ku dê ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve bi rayedarên Iraqê re were gotûbêjkirin.

 

Li aliyekê din Serokatiya Komara Tirkiyê beyannameyek derbarê serdana îro ya Heyder Ebadî ya bo wî welatî de belav kiriye û tê de ragihandiye, Ebadî dê li gel Erdogan bicive û herwiha endamên şanda iraqî jî dê çend hevdîtin û civînan li gel berpirsên Tirkiyê encam bidin.

 

Li gorî daxuyaniyê, di wan hevdîtinan de dê derbarê pêşxistina hevkariyên navbera her du aliyan di warên cuda cuda de û herwiha li ser çend mijarên herêmî ku jibo her du welatan giring in, were kirin.

 

Pêştir biryar bû ku piştî serdana Tirkiyê, Ebadî serdana Îranê jî bike, lê piştî ku Tehranê ji zarê berdevkê wezareta derve ya xwe ve ragihand, ku ew agahdarî wê serdanê nînin, Ebadî serdana xwe bo Îranê betal kir.

 

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê li ser vê yekê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku ji ber nebûna dem û derfetê Ebadî wê serdanê encam nade.

 

Berpirsekî Iraqî ji ajansa AFP a Fransî re gotibû, di destpêkê de Îran bi serdana Ebadî ya bo wî welatî razî bû, lê piştî daxuyaniya Ebadî ya derbarê pabendbûna Iraqê bi cezayên Amerîka yên li dijî Îranê de, Tehranê helwesta xwe guherand û amade nebû ku pêşwazî li Ebadî bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst