YPG bo alîkariya Artêşa Sûriyeyê çû Dêrazorê

Hewlêr (Rûdaw) – YPG bo alîkariya Artêşa Sûriyeyê di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de berê xwe da parêzgeha Dêrazorê ya li başûrê Hesekê.

 

Li gorî çavkaniyên taybet ên Rûdawê ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, berî 2 rojan hêzek ji şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ber bi parêzgeha Dêrazor a li başûrê Hesekê û li ser sînorê Iraqê hat şandin.

 

Hat zanîn, ew hêza YPGê ji bo ku alîkariya Artêşa Sûriyeyê bike û li kêleka hêzên hikûmeta li dijî çekdarên DAIŞê li çiyayê Terde li Dêrazorê şer bikin, hatine şandin.

 

YPGê piştî wê yekê hêz şande Dêrazorê ku Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Beis a Sûriyeyê, Hîlal Hîlal gihişt parêzgeha Hesekê û bi rayedarên Kantona Cezîrê û berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re civiya.

 

Li gor agahiyan Rûdawê, piştî wê civînê fermana şandina şervanên YPGê ber bi Dêrazorê ve hat dan.

 

Çavkaniyên Rûdawê herwiha aşkera kirin, ku şandina ew hêza YPGê bo parêzgeha Dêrazorê di çarçoveya cîbicîkirina bendên lihevhatina navbera Artêşa Sûriyeyê û YPGê de ye, ku di meha borî de bi hev re li ser çend mijaran û bi taybet şerê li dijî DAIŞê lihev kiribûn.

 

Tê zanîn, niha her sê hêzên hevalbend, Artêşa Sûriyeyê, YPG û çekdarên eşîra Şihêtat li çiyayê Terde li parêzgeha Dêrazorê bi hev re li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin.