Lubnan bicîhkirina koçberên Sûrî li ser axa xwe red dike

14-07-2022
RÛDAW
Nîşan Lubnan Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn (Michel Aoun) di hevdîtinekê de li gel Cîgira Şandiyê Taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Necat Ruşdî, bicîhkirina koçberên Sûrî li Lubnanê red kir.

Di daxuyaniya Serokatiya Lubnanê de tê gotin ku "Mîşel Ewn Cîgira Şandiyê Taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Necat Ruşdî agahdar kir ku Lubnan her meyleke ji bo bicîhkirina penaberên Sûrî li cihên rûniştina wan red dike."

Ewn ji berpirsa navdewletî re got, Lubnan nikare barê giran ê koçberên Sûrî hilgire, û tekez kir ku derencamên mana koçberên Sûrî li Lubnanê dê zêde xirab bin.

Serokkomarê Lubnanê herwiha diyar kir ku divê welatên Ewropayê li ser vê bingehê tevbigerin.

Di 4ê Temûzê de jî, Wezîrê Koç û Koçberan ê Lubnanê Îsam Şerefedîn ragihandibû, dê Lubnan bi rêya planekê her mehê 15 hezar koçberên Sûrî vegerîne welatê wan.

Lê Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Brîtanya vegerandina koçberên Sûrî ji Lubnanê bo welatê wan red dikin û dibêjin hêj jî Sûriye welatekî ne aram e û metirsî li ser jiyana koçberan heye.

Niha li gor hikûmeta Lubnanê nêzîkî yek milyon û 500 hezar koçberên Sûrî li wî welatî dimînin, lê belê Netewên Yekbûyî dibêje nêzîkî yek milyon koçberên Sûrî li Lubnanê li cem wan tomarkirî ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst