Artêşa Îsraîlê li Xezzeyê dest bi operasyona bejayî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê dest bi operasyona bejayî kir û li gor zanyariyan leşkerên Tirkiyê derbasî Xezzeyê bûne.

Şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de berdewam in û Îsraîlê jibilî zêdekirina êrişên asmanî, li dijî Hemasê li Xezzeyê dest bi operasyoneke bejayî jî kir.

Li gor zanyariyan di çarçova wê operasyona bejayî de hêzên Îsraîlê derbasî nav Xezzeyê bûn.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku hêzên wan li Xazzeyê dest bi operasyoneke asmanî û bejayî kirine.

Herwiha Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de ragihand, sê rokêt ji başûrê Lubnanê ber bi Israîlê ve hatine avêtin, lê li nava Deryaya Navîn ketin xwarê.

Li hemberî vê pêngava Îsraîlê, Tirkiyê bertek nîşan da û Berpirsê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun helwesta Îsraîlê wek “deryasayî” binav kir û piştgiriya tam a welatê xwe ji Filistînê re ragihand.

Fahrettîn Altun got, “Ji bo Filistînê di qada navdewletî de çi ji destê me bê em dê bikin. Têkoşîan me heta ku Filistîn digihije azadiya xwe dê berdewam be.”

Li aliyê din li gor çend çavkaniyan, Encûmena Asayîşa Navdewletî roja Yekşema bê dê derbarê şerê di Israîl û Filistîniyan de bicive.

Li gor heman çavkaniyan, Amerîka destpêkê pêşniyar kiriye civîneke vekirî roja Sêşema bê encamdan.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî ragihand, ew bi hêvî ye ku derfetê bide diblomasiyetê bo ku bizanibin ka wê bigihin çi çareseriyekê û piştre dikarin li Netewên Yekbûyî vê yekê bişopînin û tekez jî kir ku ew amade ne ji bo gotûbêjeke vekirî li Neteweyên Yekbûyî.

Wezareta Tendirustiya Filistînê jî ragihand ku heta niha 109 kes hatine kuştin ku 28 jê zarok û 15 jî jin in û 621 kes jî birîndar bûne.

Di êrişên mûşekî yên Tevgera Hemasê de jî herî kêm 7 Îsraîlî hatine kuştin.