HSD û Bexdayê li ser radestkirina 200 çekdarên DAIŞê li hev kir

14-04-2025
RÛDAW
Nîşan Bexda HSD Kampa Holê Îraq Malbatên DAIŞiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgehên Ewlehiyê yên Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser radestkirina 200 çekdarên DAIŞê û vegerandina 3 karwanên malbatên çekdarên DAIŞê li hev kirin.

Li gorî peymanê HSD dê 3 karwanên malbatên çekdarên DAIŞê û 200 çekdarên wê rêxistinê jî radestî Bexdayê bike.

Peyman bi amadebûna du efserên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) di 11ê Sibata 2025an de hatiye îmzekirin.

Her du aliyan li hev kirine ku bi radestkirina karwanên 19, 20 û 21ê yên malbatên çekdarên DAIŞê, 200 çekdarên di destê HSDyê de ku ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve tên xwestin radestî aliyê Îraqî bên kirin.

Divê were gotin ku heta niha 18 karwanên malbatên endamên çekdarên DAIŞê radestî Îraqê hatine kirin.

Heta niha 24 karwanên malbatên çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê hatine vegerandin ku zêdetirî 3 hezar malbat bûn û hejmara endamên wan zêdetirî 13 hezar kes bûne.

Nêzîkî 16 hezar Îraqiyên malbatên çekdarên DAIŞê di Kampa Holê de mane.

“Haya me ji hurgiliyên peymanê nîne”

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cîhangîr ji Rûdawê re got:

“Em ji peymaneke bi vî rengî agahdar in lê agahiyên me nînin li ser vê yekê ku ew kesên tên xwestin hatine radestkirin yan na.

Ji ber ku ev mijar ne girêdayî wezareta me ye û di sînorê berpirsiyariya aliyên din de ye."

Malbatên DAIŞiyan piştî vegerandina Îraqê li Kampa Cedeyê ya li parêzgeha Mûsilê tên bicîhkirin û beriya ku ji bo cihên xwe bên vegerandin tên entegrekirin.

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Mûsilê Mihemed Kakeyî ji Rûdawê re got:

"Ew girtiyên ku li gel vegerandina malbatan tên radestkirin, nayên Mûsilê lê rasterast diçin Bexdayê.

Ev mijar girêdayî Dezgeha Îstîxbarata Îraqê ye û radestî wan dibin.”

Ew kesên ku HSD radestî dike, ew çekdarên Îraqî DAIŞê ne ku Bexda wan bi tawana ku li dijî welatiyan û hêzên ewlehiyê tawan kirine tawanbar dike.

Sala 2017an desthilata DAIŞê bi dawî bû

DAIŞê ji salên 2014an heta 2017an beşeke zêde ya axa Îraq û Sûriyeyê kontrol dikir.

Bi taybetî beşeke zêde ya parêzgehên Mûsil, Selaheddîn, Kerkûk, Diyala û Enbarê yên Îraq û Herêma Kurdistanê di bin kontrola DAIŞê de bûn.

Li Îraqê bi alîkariya Koalîsyonê Artêşa Îraqê û Hêzên Pêşmerge dawî li desthilata DAIŞê anî.

Serokwezîrê wê demê yê Îraqê Heyder Îbadî, 29ê Hezîrana 2017an çû bajarê Mûsilê û diyar kir ku dewleta sexte ya DAIŞê rûxiyaye.

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbeyên mezin li DAIŞê dan.

Di Adara 2019an HSDyê li bajarê Baxozê yê Sûriyeyê ku wekî “Keleha DAIŞê” dihat naskirin dest bi operasyoneke berfireh kir û hemû endam û çekdarên rêxistinê yên li bajêr desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst