Artêşa Îsraîlê li ser encamên êrişa Îranê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî ragihand, “Hemû êrişên Îranê yên li Îsraîlê têk çûn û tenê keçeke 10 salî birîndar bû.”

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî li ser êrişa bi dron û mûşekan a Îranê ya li Îsraîlê daxuyaniyek da.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Em her tiştî dikin ku hemû agahiyên dawî bidin gelê xwe, Îranê zêdetirî 300 mûşek û dron avêtin Îsraîlê û ji sedî 99ê wan hatine jinavbirin.

Ev jî serkeftinek e ku me bi teknolojiya xwe ya bilind bi dest xist.”

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî herwiha da zanîn ku hîn metirsiya êrişeke din a Îranê heye.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî got ku stratejiya dijber “gelekî serkeftî” bû û di rêze êrişan de, “Îranê 170 dron, 30 mûşekên krûz û 120 mûşekên balîstîk avêtin.”

Berdevkê artêşa Îsraîlê diyar kir ku hejmareke kêm ji mûşek û dronan gihîştine Îsraîlê û êrişê “xisareke biçûk gihandiye bingeheke esmanî.”

Tîmên rizgarkirinê yên Îsraîlî ragihand ku di êrişê de li bajarê Erebên Bedewî yê li başûrê Îsraîlê tenê keçeke 10 salî birîndar bûye.

Li Washingtonê piştî çend civînên ewlehiyê yên di asta bilind de Joe Biden got ku Amerîkayê alîkariya Îsraîl kiriye “hema hema hemû dron û mûşekên Îranê hatine têkşikandin.”

Biden tekez kir ku ji bo pêşxistina planeke berfireh û yekgirtî ji bo bersivdana êrişên Îranê ew dê bi hemû hevpeymanan re biaxive.

Êrişên Îranê karvedan li pey xwe anîn, Fransayê got ku êriş “metirsiya rûbirûbûna leşkerî ya zêdetir li herêmê çêdike.”

Brîtanyayê êriş wekî “bêhişmendî” bi nav kir û Almanyayê jî got, “Divê êrişên Îranê û grûpên nêzîkî wê bi dawî bibin.”

Berdevkê artêşa Îsraîlê herwiha da zanîn ku wan piraniya êrişan li derveyî sînorên Îsraîlê pûç kirine û 10 ji wan mûşekan ji aliyê balafirên şer ve hatine xistin.

Hagarî anî ziman, “Êrişa berfireh a Îranê gaveke geşepêdanê ye.”

Hagarî li ser bersiva serbazî ya Îsraîlê jî got, “Em dê ji bo parastina ewlehiya dewleta Îsraîlê her gavê bavêjin.”

Berdevkê artêşa Îsraîlî da zanîn ku heta niha rewş venegeriyaye rewşa asayî û hêzên wan di amadebaşiyê de ne.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku sîstema parastina mûşekî ya bi navê “sîstema tîrê” êriş li derveyî sînorên xwe têk bir û “hevpeymanên me yên stratejîk” di pûçkirina êrişan de cih girt.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî di daxuyaniyekê de got:

“Hêzên Amerîkayê hejmarek mûşek û dronên ku ji Îran, Îraq, Sûriye û Yemenê hatibûn avêtin pûç kirin.”