Goreke 4400 salî li Misirê bi cîhanê hate nasandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Seqare ya parêzgeha Gîza ya Misirê, goreke kevnar hat dîtin ku dîroka wê vedigere bo 4400 sal berî niha. Ew gora dîrokî di vê mehê de ji aliyê şûnwarnasan ve hat dîtin.

 

Li gor agahiyên ku têkildarî vê gora dîrokî hatine belavkiri, ew gor a zilamekî ji pêncemîn malbata Firewnên Misirê ye û navê wî Xûy bûye. Gora navborî bi nexş û nîgarên rengîn hatiye xemildandin û çend nivîs û têkst li ser bi xetê Hîrogilîf li ser hatiye nivîsandin.

 

Şûnwarnasan herwiha pencemuhra nîgarkêşê ku ew nexş û nîgar li ser gorê çê kirine, diyar kirine.

 

Sekreterê Giştî yê Encûmena Şûnwarên Misirê û derdora 50 balyozên welatên cîhanê di merasima nasandina wê gora dîrokî de amade bûbûn.