VÎDEO - Li Kuweytê ji ber koronayê banga nimêjê guhertin

Hewlêr (Hewlêr) – Li Kuweytê weke rêgirtina li dijî belavbûna metirsiya vîrûsa koronayê banga nimêjê bi aweyekî guhertî hat xwendin. Melayên Kuweytê di banga nimêjê de bang li welatiyan kirin ku “li malên xwe nimêja xwe bikin”.

Li gor nûçeya ajansa KUNAyê Wezareta Enformasyonê ya Kuweytê di çarçoveya tedbîrên ji bo rêgirtina ji belavbûna vîrusa koronaya nû (Covid-19) de ji welatiyan daxwaz kir ku heta mecbûrî nebin ji malên xwe dernekevin.

Wezareta Tendirustiya Kuweytê jî ragihand ku heta niha li wî welatî 80 haletên tûşbûna koraneyê hatine tomarkirin.

Herwiha weke tedbîr li wî welatî ji ber metirsiya belavbûna nexweşiya Covid-19ê banga nimêjê jî hat guhertin.

Di banga nimêjê de melayên Kuweytê beşa ku dibêje “hayya ale'salah” (Rabe nimêjê) weke “al-salatu fi buyutikum” (li malên xwe nimêja xwe bikin” guhertin û xwendin.

Di heyama Hz. Muhamed de, dema ba û bahoz zêde bû ji bo parastina cimaetê banga nimêjê bi vî awayî dihat xwendin.