Li Xezeyê deng û bangên leşkerên nerazî zêde dibin

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Leşker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xezeya ku artêşa Îsraîlê kontrol dike, destûr nayê dayîn tu Filistînî derbas bibin.

Ferman hatiye dayîn ku leşker guleyan li her tevgerê bireşînin û balafir wan cihan bombebaran bikin.

Xanî û malên Xezeyiyan bi sedem û bê sedem tên hilweşandin.

Ji ber vê siyasetê gelek Xezeyî bûne qurbanî û 15 meh in ev siyaset berdewam e.

Bi dehan leşkerên Îsraîlî jî nerazîbûna xwe nîşan didin.

Li Tel Evîvê konferansek ji bo leşkerên nerazî hat lidarxistin.

Leşkerê Îsraîlî Yuval Green li ser mijarê got:

“Ji roja yekem a destpêka şer ve ez di nava dudilî û dilgiraniyê de bûm.

Lê bi bipêşveçûna şer xuya bû ku tu prensîpên exlaqî nemane.

Dema efserekî payebilind fermanê dide ku xortekî Xezeyî were kuştin an xaniyek were hilweşandin bêyî ku sedema tehdîdê hebe, hingê divê bibêjî na, ez beşdarî vî şerî nabim, min jî yekser wisa kir.”

Ji destpêka şer ve nerazîbûn di nava artêşa Îsraîlê de hebûn û ev her ku diçe zêdetir dibe.

Di çend mehên dawî de ev nerazîbûn zêdetir serî hildaye û niha lîsteyek hatiye amadekirin ku zêdetirî 200 leşkeran îmze kiriye û dixwazin şer bi dawî bibe.

“Hemû sînorên exlaqî derbas kirine”

Rêkxerê konferansê Max Kresch jî anî ziman:

“Ew leşkerên ku beşdarî vî şerî bûne nameyeke protestoyê îmze kiriye û dibêjin êdî ew di vê lîstikê de beşdar nabin, êdî bes e bikaranîna artêşê ji bo armancên siyasî.

Hikûmet me wekî leşkerên kişikê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tîne.

Ew tiştên me dîtine û bi me hatine kirin hemû sînorên exlaqî derbas kirine.”

Ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve herî kêm 831 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin û nêzîkî 5 hezar û 600 jî birîndar bûne.

Li hemberî vê yekê li Xezeyê zêdetirî 130 hezar kesî hatine kuştin û birîndar bûne ku piraniya wan jin û zarok in.

Her wiha herî kêm 11 hezar kes jî winda ne.

Zêdetirî 80 hezar xanî hatine hilweşandin û ji 2,3 milyon niştecihên Xezeyê zêdetirî milyon û 900 hezar kes koçber bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst