Îsraîl û Hemas nêzîkî agirbestê û pevguhertina dîlan in

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyên ji Filistînê ragihand ku di navbera Îsraîl û Hemasê de lihevkirina agirbestê û pevguherîna dîlan hema bêje amade ye.

Çavkaniyên ji Filistînî ku ji ber hestiyariya danûstandinên di navbera Îsraîl û Hemasê de yên li Dohaya paytexta Qeterê nexwest navên wan bên eşkerekirin, diyar kir ku di lihevkirina agirbestê de bipêşketinên girîng çêbûne.

Her wiha hat gotin ku eger pêvajo bi vî rengî bidome, dibe ku 17ê Kanûna Paşîn an jî berî wê lihevkirin bê îmzekirin.

Lihevkirin dê di 3 qonaxan de were bicihanîn û qonaxa yekem dê 40-42 rojan biajo.

“Îsraîl dê destûrê bide xelkê ku vegerin”

Çavkaniyên agahdar da zanîn, "Di vê qonaxê de Îsraîl dê li korîdorên Netzarîm û Philadelphiyê bimîne.

Piştî hefteyekê dê ji Hemasê lîsteya rehîneyên Îsraîlî were girtin, pişt re Îsraîl dê destûrê bide xelkê ku vegerin bakurê Xezeyê."

Her wiha hat diyarkirin ku Îsraîl dê ji bo birêvebirina vegerê û destûrdayîna derbasbûna ber bi bakurê Xezeyê ve ji hinek cihên Korîdora Netzarîmê vekişe.

Li gorî çavkaniyan, yên ku bi peyatî vegerin nayên lêgerîn lê yên ku bi wesayitan vegerin dê ji bo astengkirina qaçaxçiya çekan an derbasbûna kesên çekdar bi amûrên ku ji aliyê rêxistineke navneteweyî ve hatine anîn bên lêgerîn.

Her wiha çavkaniyan da zanîn ku li ser firehiya herêma tamponê nakokî heye û Îsraîl dixwaze herêm hezar û 500 metre be lê li ser 1000 metreyî lihevkirin çêbûye.

Hemasê lîste qebûl kir

Li gorî çavkaniyan, di lîsteya 34 kesî ya ku Îsraîlê pêşkêşî Hemasê kiriye de 8 leşker hene û di medyayê de hat îdiakirin ku Hemasê ev lîste qebûl kiriye.

Çavkaniyan ragihand ku Îsraîl di wê baweriyê de bû ku Hemas dê wê lîsteyê red bike lê Hemasê lîste qebûl kir û ji bo van leşkeran dê şertên cuda bên destnîşankirin.

Herî dawî çavkaniyan diyar kir ku pêşniyareke wisa heye ku hemû girtiyên sivîl ên ku piştî 7ê Çiriya Paşîn hatine girtin li hemberî van 8 leşkeran bên berdan û îhtimala qebûlkirina vê yekê zêde ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst