Fermandarê CENTCOMê piştî Siûdiyê çû Misirê

12 demjimêr berê
Nîşan CENTCOM Michael Erik Kurilla Misir Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla piştî Erebistana Siûdî çû Misirê jî.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Kurilla bi Serokerkanê Giştî yê Misirê Korgeneral Ahmed Fethî Îbrahîm Xelîfe re civiyaye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de "têkiliyên leşkerî yên xurt" ên her du welatan hatine gotûbêjkirin.

Her wiha "mijarên germ ên herêmî û têkoşîna li dijî rêxistinên tundrew û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê" jî hatine nirxandin.

CENTCOM berê jî ragihandibû ku Kurilla roja şemiyê çûye Erebistana Siûdî û bi Serokerkanê Giştî yê Siûdiyê General Feyaz bin Hemîd er-Ruweylî re civiyaye.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hatibû gotin ku di hevdîtinê de girîngiya bipêşxistina têkiliyên her du welatan, bi taybetî jî bi rêya rahênanên leşkerî yên hevbeş, hatiye nirxandin.

Ji aliyê din, televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê ragihand ku Kurilla gihiştiye Tel Evîvê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst