Nêçîrvan Barzanî: Têkbirina aramiya Hewlêrê têkbirina aramiya Îraqê ye

14-01-2024
Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda Hevdîtin Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî got, “Têkbirina aramiya Hewlêrê têkbirina aramiya hemû îraqê ye, dive êrişên bi dronan rawestin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi gelek aliyên siyasî re civiya.

Nêçîrvan Barzanî di roja ewil a serdana xwe de bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayiq Zeydan, Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî, Serokê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezalî û Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alîna Romanowskî re cuda cuda civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê îro jî bi Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz, Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd, Serokê Tevgera Bedrê Hadî Amirî, Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Muhsîn Medelawî, Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî, Serokê Tevgera Hikmetê Umer Hekîm, serokwezîrê berê yê Îraqê Dr. Adil Ebdulmehdî û Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Nehca Îraqî Ebdulsade Elfirêcî hevdîtinên cuda kirin.

Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinên xwe yên îro, konferanseke rojnamegeriyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivandin.

Barzanî da zanîn, Encûmena Wezîran a Îraqê biryar daye mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne û ev biryar jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê destpêkeke baş e.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser civînên xwe yên li Îraqê got:

“Bi bi hemû hêzên siyasî û partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Heta ku em li vî welatî li vê erdnîgariyê bijîn ev civîn normal in.

Ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe û Bexdayê em dê gelek van ziyaretan bikin û hewl bidin ku pirsgirêkan çareser bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku di hevdîtinan bi giranî li ser mijarên wekî “qutê xelkê Herêma Kurdistanê, mijara ewlehiyê û êrişên dronan” rawestiyane.

“Divê êrişên bi dronan rawestin”

Barzanî li ser êrişên bi dronan ên li Hewlêrê jî ragihand:

“Ev êriş hem ewlehiya Îraqê hem jî ya Herêma Kurdistanê dixin metirsiyê, gefê li mafê serweriyê dixwin. Di hemû hevdîtinên de ev xala me ya sereke bû.

Têkbirina aramiya Hewlêrê têkbirina aramiya hemû îraqê ye, divê êrişên bi dronan rawestin.”

“Me helwesta xwe nîşan da”

Barzanî li ser pirsa, “Kesî li ser bidawîbûna êrişan garantiyek da we?” got:

“Kesî ti garantî neda lê min di axaftinên xwe de helwesta Herêma Kurdistanê bi awayekî gelekî zelal anî zimên, em vê helwesta xwe ducare jî dikin.

Yên ku van êrişan dikin grûpên neyasayî ne. Hewlêr çi ye, Bexda çi ye? Yên ku serweriya Hewlêrê binpê dikin serweriya Îraqê binpê dikin.

Hewlêr bajarekî Îraqê ye û ferqa serweriya Hewlêr û Bexdayê nîne. Dema hinek grûpên çekdar serweriya Herêma Kurdistanê binpê dikin, ew serweriya Îraqê jî binpê dikin.

Divê ev êriş werin rawestandin, nabe ku ev wiha berdewam bike. Di vê mijarê de têgihiştineke baş heye, êm hêvî dikin ku ev mijar were çareserkirin.”

“Destpêkeke baş e”

Nêçîrvan Barzanî li ser mijara budce û mûçeyan jî wiha axivî:

“Helwesta Serokwezîr (Serokwezîrê Îraqê) a li ser van mijaran erênî bû. Ez dizanim ji bo çareserkirina vê mijarê hewl dide.

Li gel ku îro ne li rojevê bû jî Encûmena Wezîran a Îraqê biryar da ku pereyan bişîne Kurdistanê, ji ber vê yekê ez spasiya Serokwezîrê Îraqê dikim.

Ev biryar jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê destpêkeke baş e.”

“Divê mijara mûçeyan nebe mijara nakokiyên siyasî”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku gelê Herêma Kurdistanê di mijara mûçeyan de sebreke mezin nîşan daye û pê de çû:

“Gelê Kurdistanê sebreke mezin nîşan da, ez hêvîdar im ku ev mesele êdî nebe pirsgirêkeke.

Mûçeyên Herêma Kurdistanê jî wekî mûçeyên din ên hemû Îraqê ne, divê bi rêyên xwezayî û asayî werin dabînkirin.

Li gorî me, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû berpirsiyariyên xwe anîne cih.

Bexda di mijara mûçeyan de çawa nêzîkî aliyên din ên Îraqê dibe, divê bi heman şiklî nêzîkî Herêma Kurdistanê jî bibe.

Divê mijara mûçeyan nebe mijara nakokiyên siyasî.”

“Hilbijartin gelekî bi paş ketin”

Barzanî li ser mijara hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî wiha axivî:

“Hilbijartin gelekî bi paş ketin, bipaşketina zêdetir a hilbijartinan dê ji bo şeriyeta saziyên Herêma Kurdistanê pirsgirêkan ava bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst