Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi gelek aliyên siyasî re civiya: Rojev çi bû?

14-01-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda Hevdîtin Muhsîn Medelawî Heyder Ebadî Umer Hekîm Adil Ebdulmehdî Ebdulsade Elfirêcî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi gelek aliyên siyasî re civiya.

Nêçîrvan Barzanî di roja duyem a li Bexdayê de îro jî bi Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz, Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd û Serokê Tevgera Bedrê Hadî Amirî re civiyabû.

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Muhsîn Medelawî

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn Nêçîrvan Barzanî bi Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Muhsîn Medelawî jî hevdîtinek kiriye.

Li gorî vê daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Muhsîn Medelawî rewşa siyasî û ewlehiyê û rêyên çareserkirina pirsgirêkan guftûgo kirine.

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku di hevdîtinê de pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û di çareserkirina van pirsgirêkan de rola Parlamentoya Îraqê hatine nirxandin.

“Têkçûna aramiya beşekê têkçûna hemû Îraqê ye”

Barzanî û Medelawî amaje pê kir ku ewlehî û aramiya tevahiya Îraqê bi hev re têkildar e û wan got:

“Tekçûna aramiya beşeke Îraqê têkçûna tevê Îraqê ye. Herwiha ji bo parastina aramiya Îraqê dive hemû alî bi hev re bixebitin.”

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe de bi Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî re civiya.

Heyder Ebadiyê ku berê serokwezîrê Îraqê bû li ser mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê got:

“Nabe ku karmend baca nakokiyên siyasî bidin. Samana Îraqê ya hemû Îraqiyan e, nabe ku ez vê samanê bidim beşekê û nedin beşeke din.

Îraqî li kû derê bin Îraqî ne, Îraqiyên pileya yekem û duyem nînin. Hemû Îraqê pileya yekem in. Ji ber vê lazim e em di çareserkirina pirsgirêkan de girîngiyê bidin berjewendiyên welatiyên xwe.”

Heyder Ebadî anî zimên ku di civîna wî û Nêçîrvan Barzanî de mijarên bi Îraqiyan re têkildar hatine nirxandin.

Ebadî ragihand ku “Nakokiyên li Xezeyê û kuştina xelkê rasterast bandore li Îraqiyan dikin” û  got, “Nabe em li hemberî vê zilma ku li Filistîniyan tê kirin bêdeng bin.”

Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî, li ser dronên ku li Hewlêrê êrişî hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî dikin jî got:

“Em li yek welatî dijîn, divê em mesele were çareserkirin, dive ji bo çareseriyê planeke dewletê hebe.

Heke li gorî dewletê hinek hêzên li dijî Îraqê hene, dive dewlet van hêzan derxe.

Em naxwazin li Îraqê hebûna Hevpeymaniya Navneteweyî wekî dema DAIŞê be. Piştî têkbirina DAIŞê hêzeke baş a Îraqê heye û dikare pişta xwe bi vê hêzê qewîn bike.

Rewşa Îraqê ya aborî baş e, herwiha ji bo pêwendiyên navneteweyî sîstemeke wê ya baş heye.”

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Umer Hekîm

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Tevgera Hikmetê Umer Hekîm re jî civînek kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê civînê de “pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya dewamkirina diyalogê” hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê hevdîtinê ragihand:

“Her du alî hevra bûn ku divê pirsgirêk li gorî destûrê werin çareserkirin û dive mafên hemû pêkhateyên Îraqê parastî bin.

Divê welatiyên Îraqê baca nakokiyên siyasî nedin.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Umer Hekîm amaje pê kir ku, “Divê berjewendiyên welêt û parastina welêt beriya her tiştî bin û divê Îraq bi ti awayî nebe beşek ji alozî û nakokiyan.”

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya bernameya xwe ya Bexdayê de bi serokwezîrê berê yê Îraqê Dr. Adil Ebdulmehdî re jî civiya.

Barzanî û Dr. Adil Ebdulmehdî diyar kir, “Berdewamkirina dîyalogê, hevdîtininên aliyên siyasî û pêkhatiyên Îraqê û herwiha rihê niştîmanî girîng in.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtina Barzanî û Adil Ebdulmehdî de babetên wekî, “rewşa siyasî ya Îraqê û rûdanên dawiyê yên li herêmê” hatine şîrovekirin.

Dîsa li gorî daxuyaniyê, “hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê jî” hatine nirxandin.

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Ebdulsade Elfirêcî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Nehca Îraqî Ebdulsade Elfirêcî re jî civinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, her du aliyan destnîşan kiriye ku “Êrişên bi dronan ên li Herêma Kurdistanê ti sûdê nagihînin Îraqê.”

Dîsa di vê hevdîtinê de peyamên wekî “Divê diyaloga Hewlêr û Bexdayê bidome” û “Divê mafên aborî yên Herêma Kurdistanê werin dayîn” hatine dayîn.

Nêçîrvan Barzanî û Ebdulsade Elfirêcî herwiha bal kişandiye ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Îraqê.

Nêçîrvan Barzanî doh li Bexdayê beşdarî merasîma bibîranîna salvegera kuştina rêberê olî yê Şîe Mihemed Baqir Hekîm bû.

Barzanî piştre bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayiq Zeydan, Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî, Serokê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezalî û Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alîna Romanowskî re cuda cuda civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst