Sûriye: Heta Tirkiye dawî li dagirkeriyê neyne em pêwendiyan asayî nakin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand ku heta Tirkiye dawî li dagirkeriyê neyne, ew pêwendiyên xwe ligel wî welatî asayî nakin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad û Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro Şemiyê 14ê Çileya 2023yan piştî hevdîtina li Şamê civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.
Feysel Miqdad diyar kir ku ji bo diyarkirina nexşerêyeke nû ya têkiliyên her du welatan li hev civiyan û rêveberiya Tehranê jî pabendbûna xwe ya bi yekparçeyiya axa Sûriyeyê û serweriya Sûriyeyê piştrast kir.
Miqdad da zanîn ku çekdar opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê torên avê li herêmên Hesekê û Cizîrê qut dikin û gel bê av hiştine û got: “Ez guman dikim di pêgehekê de bûn, herdem dihişt ku şiyana me hebe ku em pêdiviyên gelê xwe diyar bikin, û wan pêdiviyan pêk bînin. Ev yek, eger ne ev talankirina berdewam a kolonyalî ku ji aliyê Amerîkayê ve dibe, ku karînên me yên petrolê û çandiniyê talan dikin, û heta bi avê jî, lewma ez vê derfetê bidest xwe tînim ku silaveke şanaziyê arasteyî gelê me li navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê li Cizîra Sûrî bikim, li ser xweragiriya wan ku xwe li ber hemû nexweşiyan digirin, herwiha li hember guşarên li ser wan têne kirin da ku ava pak venexwin. Em ji wan aliyan re ku nahêlin av bigihêje kesûkarên me, dibêjin dawiya siyasetên wan nêzîk e û rewş weke ku ew dixwazin berdewam nake, ji ber ku gelê me nas kiriye kî dost in, li ser asta herêmî û navdewletî û kî dijmi in ku jê re tenê têkçûna bi Kolêra û nexweşiyên din dixwazin.”
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê têkildarî asayîkirina têkiliyên bi Enqerê re jî got: “Her danûstandinek bi aliyê Tirkiyê re girêdayî rêzgirtina li serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê, bidawîkirina dagirkeriyê û rawestandina piştgiriya ji terorê re ye. Beriya hevdîtina Serok Esed û Serkirdayetiya Tirkiyê, divê sedemên nakokiyan ji holê rabin. Ji bo lidarxistina civînên di asta bilind de pêwîst e pêgehek û rewşeke guncaw bê çêkirin. Bêyî hilweşandina dagirkeriyê ne pêkan e ku mirov behsa ji nû ve asayîkirina têkiliyên bi Tirkiyê re bike. Ji sala 2011an û vir ve di hemû tevgerên xwe de em dixwazin terora ku têkiliyên me yên bi Tirkiyê re xera kiriye bi dawî bikin.”
Derbarê hevdîtinên hatine kirin de jî Miqdad wiha axivî: “Berî çend rojên borî, civînek di navbera wezîrên berevaniyê de, hate lidaxsitin tê de hinek dozên girîng ji bo herdu welatan, gotûbêj kirin. Lê gavên ku divê li ser zeviyê têkevin warê praktîkî, ji bo tîmeke şarezayên teknîkî, ji herdu artêşan, hate hiştin ew jî bi amadebûn û beşdariya nûnerên Hêzên Çekdar yan Wezareta Berevaniyê ya Rûsyeya Federal bû, da em bigihêjine çareyekê ji bo van kêşeyên ku di dema borî de, di nav herdu welatan de ketin ser hev, di nav de jî hebûna serbazî ya Tirkî li ser xaka Sûriyê, ku em wê, bi rastî, bi dagîrkirina xaka me, binav dikin û divê bidawî bibe.”
Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan jî tekez kir, ku hevkariya Tehran û Şamê di hemû waran de bi taybet di warê enerjiyê de berdewam e.
Ebdullahiyan diyar kir ku ew kêfxweş in ku Sûriye û Tirkiyê di diyalogê de ne û got: “Me ragihand ku em ji bo çareseriya siyasî amade ne û di vî warî de amade ne ku alîkariyê bikin.”
Wezîrê Derve yê Îranê herwiha bal kişand ser wê yekê ku welatê wî dê bi hemû hêza xwe rê li ber operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li dijî Sûriyê bigire û got, ew hewl didin di vê derbarê de çareseriyeke siyasî bibînin.
Di heman demê de Ebdullahiyan tekez kir ku ew di wê baweriyê de ne ku operasyoneke leşkerî ya çaverêkirî dê ewlehiya Sûriyê têk bibe.
Herî dawî Ebdullahiyan eşkere kir ku Serokê Sûriyê Beşar Esed hevtayê xwe yê Îranî Îbrahîm Reîsî vexwendiye Şamê û ji bo ku ev serdan pêk were dê çi ji destê wan were bikin.