Şelal Gedo: ENKS li dijî biryara Dijbereyê ye

14-01-2018
Emîn Aba
Nûnerê ENKSê di Îtilafa Dijbereya Sûriyê de ji Rûdawê re behsa biryarên civîna Dijbereyê ya li Stenbolê kir.
Nûnerê ENKSê di Îtilafa Dijbereya Sûriyê de ji Rûdawê re behsa biryarên civîna Dijbereyê ya li Stenbolê kir.
Nîşan Sûriye Îtilafa Dijbereya Sûriyê Stenbol Kongreya Soçî ENKS Şelal Gedo
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Nûnerê ENKSê di nava Îtilafa Dijbereya Sûriyê de, Şelal Gedo ji Rûawê re ragihand, ku du biryarên girîng di derheqê kongreya Soçîyê hatine dan.

 

Îtilafa Dijbereya Sûriyê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê civiya û tevî nirxandina rewşa navxwe ya Sûriyê û Dijbereyê, mijara lidarxistina kongreya Soçî ji aliyê Rûsyayê ve jî nirxand.

 

Şelal Gedo li Stenbolê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re da beha wan her du biryaran kir û got: “Biryara nebaşdarbuyîna kongreya Soçiyê ku berî du meha hatibu dan, di vê civînê de jî hate dirêjkirin û li gor biryarê Dijbereya Sûriyê beşdarî di kongreya Soçî de nake.”

 

Gedo herwiha derbarê biryara duyem a Dijbereya Sûriyê de jî got: “Dijbere li hember lidarxistina kongreya Soçiyê ye û Soçiyê wek tiştekê ku pêwîstî pê hebe, nabîne. Her kesek girêdayî Îtilafê jî eger ku beşdarî di Soçiyê de bike ew dê ji Îtilafê bêne dûrxistin.”

 

Nunerê ENKSê di nava Îtilafa Dijbereya Sûriyê de nerazîbûna ENKSê li hember vê biryara Dijbereyê anî ziman û got, koma Kurdî ango ENKS li dijî vê biryarê ye û hemahemgiya xwe li gel vê biryarê nîşan nade.

 

Şelal Gedo destnîşan kir, gengeşyên li ser vê mijarê berdewam in.

 

Dijbereya Sûriyê ev biryar di 37. Civîna xwe ya asayî de daye. Civîn li Stenbolê tê kirin u hêj jî berdewam e.


Rûsya hewl dide, ji bo çareserkirina krîza Sûriyê kongreyekê bi navê Kongreya Diyaloga Niştimanî li bajarê Soçî birêve bibe.


Moskowê pêştir ragihandiye, ku ew kongre dê di 29-30ê vê mehê de were lidarxistin.


Dijbereya Sûriyê red dike, ku di wê kongreyê de beşdar bibe.


Li aliyekê din li ser mijara beşdarbûna kurdan di kongreya Soçî de nakokî di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de heye. Tirkiye bi tundî li dijî beşdarbûna PYDê û hêzên ser bi wê di kongreya Soçî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst