Jake Sullivan: Hevkariya me ya bi HSDyê re kûr e

Duh li 11:37
RÛDAW
Nîşan Jake Sullivan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Tirkiye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Koşka Spî yê Ewlehiya Neteweyî Jake Sullivan diyar kir ku wan bi Tirkiyeyê re li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêjên cidî û tund kirine.

Şêwirmendê Koşka Spî yê Ewlehiya Neteweyî Jake Sullivan ku piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li Îsraîlê daxuyanî da.

Sullivan behsa serdana Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Erik Kurilla ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

Sullivan di bersiva pirsa nakokiyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de diyar kir ku Amerîka jî bi hevkarên xwe yên Kurd re di nava şêwirê de ye.

Şêwirmendê Koşka Spî yê Ewlehiya Neteweyî Jake Sullivan got:

“Em bi Tirkiyê re li ser hêviyên xwe civiyan ku di rewşeke ne diyar de rêya herî baş çi ye.

Ev rewşeke nazik e. Ev rewşek e ku pêdivî bi xebat û geşepêdana domdar heye û em dê di heyama bê de hişyar bin.”

Jake Sullivan tekez kir ku pabendiya Amerîkayê ya bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re kûr û domdar e.

Şêwirmendê Koşka Spî yê Ewlehiya Neteweyî Jake Sullivan anî ziman:

“Ev pabendbûn heye ji ber ku di şerê DAIŞê de em bi wan re (HSD) hevkariyê dikin.

HSD ne tenê di tepeserkirina metirsiya DAIŞê de her wiha di girtina hejmareke mezin a terorîstên DAIŞê ya li navendên desteserkirinê de bûne hevkarên dijî terorê yên pir jêhatî.”

Jake Sullivan operasyona dawî ya Amerîkayê ya ku li Sûriyeyê bi balafirên B-52 li baregehên DAIŞê dan bi bîr xist û got:

“Em dixwazin ku ev xebata berdewam neyê astengkirin. Duyem, me bi xurtî soza xwe ya berdewamkirina xebata têkbirina DAIŞê nû kir.”

Sullivan da zanîn ku ew dê bi vê operasyonê li her derên ku em rûbirûyê metirsiya DAIŞê bibin bi hevkarên xwe re bixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst