Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Encûmena Cîbicîkar a RT Bank Dr. Hemîle Ebdulsitar Gerdî îro Sêşemê li Dubeyê`Xelata Şanaziyê ya Ereban`wergirt.
Ev jina Kurd ev sê sal in ku ji ber serkeftin û pisporiya xwe vê xelatê distîne.
Dr. Hemîle Ebdulsitar Gerdî li Dubeyê ji peyamnera Rûdawê Helebce Sedûn re axivî û got “Ez weke kesekî navdar di sektora bankî ya Iraqê de, di warê îdarî, aborî û rêveberiya bankî de, vê xelatê werdigirim. Ev xelat gelekî girîng e. Ez jineke Kurd im ku `Xelata Şanaziyê ya Ereban` werdigirim.”
Gerdî piştî wergirtina xelatê bo cara sêyem li pey hev, wiha got “Ez wek jineke kurd bi wergirtina vê xelatê şanaz im ji ber ku ew hêvî û daxwazeke mezin e ku ez dikarim ji bo neteweya me û kurdayetiyê pêk bînim.”
Ev xelat dê bandorek mezin li ser RT Bankê bike. Banka Navendî ya Iraqê agahdar e ku min ev xelat wergirtiye û ew jî gelek kêfxweş in. RT Bank bankek girîng e ku baweriya gel bi dest xistiye. Ev jî karekî girîng e, divê em projeyan zêde bikin. Hewldanên me li ser dîjîtalkirina banka me û online bankê sekinîn. Projeya me pir mezin e.
Ev bername niha di meriyetê de ye û em hêvîdar in di demek nêzîk de ji bo hemû dezgehên hikûmî were pêşkêş kirin. Ev yek ji pêşîneyên serokwezîr e, ku girîngiyê dide sektora bankê.”
Xelata Şanaziyê ya Ereban li Dubeyê bi hevkariya Îmaratê û Amerîkayê tê dayîn. Xelat xelateke taybet e ku di warê aborî û civakî de ji kesayetên herî bibandor re tê dayîn.
RT Bank di tîrmeha 2001ê de dest bi karê xwe kir wek bankek serbixwe û xwecihî ku di serî de xizmeta Herêma Kurdistanê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse