Hikûmeta Yemenê û Hûsî li ser hinardekirina petrol û gazê li hev kirin

13-12-2018
RÛDAW
Nîşan Yemen Hûsî Rêkevtin Danûstandin Swêd Netewên Yekgirtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Danûstandina di navbera hikûmeta Yemen û Hûsîyan de ku bi navbêynkariya Neteweyên Yekgirtî birêve diçe, derbasî qonaxeke nû bû, piştî ku herdu şandên hikûmeta Yemen û Hûsiyan li ser destpêkirina hinardekirina neft û gaza welatê xwe li hev kirin.

 

Roja Çarşembiyê, herdu alî li ser vekirina balafirxaneya Senaa jî li hev hatibûn, lê niha bi tenê geştên navxweyî bi rêya vê balafirxaneyê têne encamdan.

 

Li gorî gotina Şanderê Neteweyên Yekgirtî Yê Bo Karûbarên Yemenê, pêşketineke baş di proseya danûstandinên navbera hikûmeta Yemen û şanda Hûsiyan de têne dîtin.

 

Martîn Grîfs dibêje, hîna divê hewlên zêdetir bêne dan.

 

Nîveka vê heftiyê, şandeyên herdu aliyan li ser hestyartirîn sedemên şer û pevçûnan, wate Bendera Hudeyde, gotûbêj kiribûn.

 

Ji sedî 75ê alîkariyên mirovî û xorakê bi riya Bendera Hudeydeyê digihin Yemenê.

 

Mijareke din ku herdu aliyên Yemenî li ser vê li hev kirine, ev e ku şandên hikûmeta Yemenê û Hûsiyan lîsteya dîl û zîndaniyên li cem xwe dane hev ku di herdu lîsteyan de navê 15 hezar kesan heye.

 

Hikûmeta Yemenê ya bi serokatiya Ebidrebe Mensûr Hadî rijd e li ser wê yekê ku bi şer be yan jî bi aştî, Bendera Hudeyedeyê kontrol bike, lê çekdarên Hûsî daxwaz dikin, ku ev bender bibe navçeyeke aram di navbera herdu aliyan de.

 

Ji roja pêncşembiya bihorî ve herdu şandên hikûmeta Yemenê û çekdarên Hûsî li Swêdê dest bi danûstandinê kirine, daku bigihin rêkevtineke aştiyê û dawî li şerê navxweyî yê li wî welatî bînin.

 

Şerê navxweyî yê li Yemenê ji sala 2015ê ve dest pê kiriye û bûye sedema kuştina zêdetir ji 11 hezar kesan û awarebûna bi milyonan kesên din.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst