Amerîka: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 4 êriş li leşkerên me hatin kirin

13-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hêzên Hevpeymanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Sûriyeyê 4 êriş li leşkerên Amerîkî û Hêzên Hevpeymanan hatine kirin.

Rayedarekî artêşa Amerîkayê ji Reutersê re ragihand, şeva borî sê êriş pêk hatin ku di nav wan de derdora zeviya petrolê ya El Omer û baregeha Amerîkayê ya Şedadiyê jî hene.

Herwiha hat ragihandin ku îro danê sibehê hêzên Amerîkayê yên li Rimêlanê bûne armanca êrişên dronan û dronek hatiye derbkirin lê yeka din zerer gihandiye 4 konan.

Hat diyarkirin ku di êrişan de ti kes birîndar nebûne lê ziyana madî çêbûye.

Êriş, piştî ku roja yekşemê Amerîkayê operasyonek li dijî grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê kir, hatin kirin.

Êrişa Amerîkayê, di sê hefteyên dawî de êrişa sêyemîn bû ku hate kirin.

Hat diyarkirin ku ji êrişa Hamasê ya 7ê Çiriya Pêşînê vir ve ya li Îsraîlê, leşkerên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê herî kêm 40 caran bûne armanc.

Li gorî rayedarên leşkerî yên Amerîkayê, Îran li pişt êrişan e û di êrişan de 56 leşkerên wan bi sivikî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst