Roja 38emîn a şerê Hemas û Îsraîlê: Bîlanço her ku diçe girantir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xezeyê hejmara kuştiyan bû 11 hezar û 240 kes û hejmara birîndaran jî 28 hezar û 200 kes in.

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li ser rewşa dawî ya şerê Hemas û Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve 4 hezar û 609 zarok, 3 hezar û 100 jin, bi giştî 11 hezar û 240 kesan canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din 28 hezar û 200 kes birîndar bûne û 3 hezar û 250 kes jî di bin kavilan de mane.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 27ê Çiriya Pêşîn dema ku êrişên bejahî hatin berfirehkirin ve wan li Xezeyê 4 hezar û 300 êriş pêk anîne.

Artêşa Îsraîlê herwiha diyar kir ku êrişên bejahî yên li Xezeyê didomin.

Artêşa Îsraîlê beriya niha diyar kiribû ku wan ji 7ê Çiriya Pêşînê ve zêdetirî 15 hezar êriş li Xezeyê pêk anîne.