Li Libnanê jî kolera gehişte koçberên Sûrî

13-11-2022
RÛDAW
Wêne: Getty Images
Wêne: Getty Images
Nîşan Libnan Koçberên Sûrî Kolera
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Libnanê nexweşiya kolerayê li nav kampên koçberên Sûrî belav dibe. Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê ragihand ku piraniya pêketiyên kolerayê, li nav kampên koçberên Sûrî hatine tomarkirin.

Mazin û malbata xwe ji Sûriyê reviyane û berê xwe dan Libnanê bi hêviya ji şer û nexweşiyê dûr bikevin. Li wir ji ber ava pîs bi kolerayê ketine. Endamên malabta wî neçar bûn xwe vaksîn bikin.

koçberê Sûrî Mazin Husên dibêje "Vaksînkirin tenê ne bes e. Divê em xwe biparêzin. Berî her tiştî bi bakteryakujan. Divê her tişt bê paqijkirin, ji şînkayî bigre heta goşt û destên me."

Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê, piraniya pêketiyên kolerayê li nav kampên koçberên Sûrî hatine tomarkirin. Tîmên pizîşkî, kamp bi kamp, kolan bi kolan digerin, vaksîna dijî vê bahorê didin xelkê. Ev yek li welatekî çêdibe ku ji ber krîzên aborî û siyasî dinal e.

Wezîrê Tendirustiyê yê Libnanê Fîras Ubeyd got "Em hemû hewlên xwe wek wezareta tendirustî bi saya Xwedê bilez dikin bo bi destxistina berhem. Lê ev nabe alternativa hewlên pêwîst bo baştirkirina jêrxan û saziyan, ji ber eger em van hewlan nedin, em nikarin jêrxana xwe çêbikin, herwiha bo karên bingehîn wek dabînkirina ava paqij û sîstema avê. Ji ber eger em kolerayê jinav bibin, em dikarin rê li ber nexweşiyên din jî bigirin."

Nexweşiya kolerayê zikçûneke zêde ye. Ji ber Iltîhaba roviyan bi bakteryayê kolera çêdibe, ji ber xwarin û vexwarina pîs belav dibe. Hinek caran jî nexweş rûbirûyê Iltîhabeke sivik an nîşan tê de dernakeve. Carna jî metirsiyê li ser jiyana pêketî çêdike.

Kolera cara yekem di Cotmehê de belav bûye, niha guman heye 3000 kes li Libnanê pê ketibin, ku hejmara niştecihên wê 6 milyon û 700 hezar kes in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst