Benjamin Netanyahu careke din vedigere desthelatê

13-11-2022
RÛDAW
Wêne: AP
Wêne: AP
Nîşan Îsraîl Benjamim Natenyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 12 salan ji desthilatê û piştre dûrxistina ji kar, careke din, Benjamin Netanyahu vedigere desthilatê, ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îsraîlê.

Netanyahu roja Înê, ji aliyê Isaac Herzog, serokê wî welatî ve, ji bo pêkanîna hikûmeta Îsraîlê, hate raspartin.

Endamê Partiya Likud ê Parlamentoya Îsraîlê Yarvin Levin got “Em hewlekê didin ji bo di zûtirîn dem de hikûmeteke nû pêk bînin. Yekem car e û bi egera gelek, hikûmetek divê ku, ji wan hevbeşên ku, li Parlemanê ligle me bûn, dema em opozsiyon bûn.”

Encama dawî ya hilbijartinên Parlamentoya Îsraîlê bi vî awayî ye:

Likud 32, Zionisma Olî 14, Shas 11, Cihûyên Tewrata Yekbûyî 7,  Yesh Atid 24, Partiya Yekîtiya Niştimanî 12, Yisrael Beiteinu 6, Lîsta Erebî ya Yekbûyî 5, Partiya Kar 4, Bereya Demokrasiyê 5 kursî.

Ew partiyên ku di xula borî de, ligel Partiya Likud hevpeyman û opozsiyon bûn, ji van aliyan pêk tên:

Partiya Zionisma Olî, Partiya  Shas, Partiya Cihûyên Tewrata Yekbûyî, bi hejmara kursiyên hemûyan, dike 64 kursî, ev jî piraniya 120 kursiyên Parleman in. Likud 32, Zionisma Olî 14, Shas 11, Cihûyên Tewrata Yekbûyî 7.

Serokê Îsraîlê Isaac Herzog 28 roj dane Benjamin Netanyahu, ji bo pêkanîna hikûmeta bê.

Eger di wê demê de, Netanyahuyê 73 salî, bikaribe hikûmeta nû pêk bîne, dibe yekem hikûmeta rastgir a tundrew, di dema 74 salên dîroka Israîlê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst