Koçberên Mesîhî yên li Lubnanê dixwazin vegerin Kurdistanê

Duhok (Rûdaw) – Hin Mesîhiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ku beriya niha ji ber şerê DAIŞê cihekî aram geriyabûn û Lubnanê hilbijartibûn, niha ji ber rewşa siyasî û leşkerî ya wî welatî difikirin ku vegerin cih û warên xwe. Mesîhiyên Duhokê dibêjin, ku çend xizmên wan ên li Lubnanê biryar dane ku vegerin. Nûnerekî mesîhiyan ê li Parlementoya Kurdistanê jî diyar kir, ku bi wan re ketine têkiliyê û ew dibêjin li Lubnanê ditirsin.

 

Mesîhiyekî ji bajarê Duhokê yê bi navê Mînas Xamê ku çend xizmên wî niha li Lubnanê ne, navê xwe nivîsandine da ku koç bikin û got: “Sê meh in hin xizmên me gihiştine Lubnanê, li wir navê xwe li Neteweyên Yekbûyî nivîsandine, li bendê ne ku navê wan derkeve û koç bikin Amerîkayê, lê xuya ye bêhêvî dibin.”

 

Mînas Xamê diyar dike, ji ber rewşa ku li Lubnanê derketiye holê, niha xizmên wî zêdetir hîs dikin ku li Kurdistanê aramî heye, lewma bi xizmên xwe yên li Kurdistanê ketine têkiliyê û dibêjin ku dixwazin vegerin.

 

Di destpêka hefteya derbasbûyî de Serokwezîrê Lubnanê Seid Herîrî di daxuyaniyeke televîzyonî de bi awayekî zindî destjikarkişandina xwe ya ji serokwezîriyê ragihand. Herîrî di axavtina xwe de amaje bi wê yekê kir ku di derbarê wî de "plana kuştinê" hebûye û Îran û grûpên ser bi wî welatî bi hevkariya nearamkirina Lubnan û hemû herêmê tohmetbar kir. Herwiha piştî daxuyaniya Herîrî, hin welatan ji welatiyên xwe daxwaz kirin ku Lubanê terk bikin.

 

Lubnan welatekî taîfî ye, desthilatdarî di navbera Misilman (Şîe û Sunî) û mesîhiyan de hatiye dabeşkirin. Di destê Misilmanên Sunî de postê Serokatiya Hikûmetê heye. Di destê şîeyan de postê Serokatiya Parlementoyê û di destê Mesîhiyan de jî Serokomarî heye.

 

Hebûna hejmareke mezin a Mesîhiyan li Lubnanê û beşdariya wan a di desthilatdariyê de, ji Mesîhiyên Iraqê re wisa kir ku di rojên germbûna şerê taîfî de, berê xwe bidin Lubnanê. Piştî hatina DAIŞê bo Iraqê, Mesîhiyên Mûsil û Deşta Neynewayê bûn armanc, li pêşiya wan du rê hebûn, “yan dê ji DAIŞê re cizye bidin, yan jî ji cih û warên xwe derkevin”. Wan jî bijardeya duyem hilbijart.

 

Welatên Ewropayê hembêza xwe ji mesîhiyan re vekirin. Ev jî wisa kir ku di dirêjahiya şerê DAIŞê de koça wan a ber bi derve berdewam be. Li gor amarên nefermî, rojane sê malbatên mesîhî Kurdistanê terk dikin. Piraniya wan jî berê xwe didin Lubnanê, li wir li ofîsa Neteweyên Yekbûyî navê xwe tomar dikin û demek li bendê disekinin da ku ber bi welatekî sêyem werin veguhestin.

 

Endamê Parlementoya Kurdistanê Ferîd Yeiqûb ku yek ji nûnerên mesîhiyan e li Parlementoya Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Haya me ji wê tirsa mesîhiyên ku li Lubnanê ne heye, me bi wan re ketiye pêwendiyê û me dilniyayî daye wan.”

 

Ferîd Yeiqûb li ser hejmara mesîhiyên ku koçî Lubnanê kirine aşkere kir: “Hejmara wan mesîhiyan ne diyar e, çimku ewên ku diçin, dema vîzeya welatên Ewropa û Amerîkayê werdigrin, yekser Lubnanê terk dikin. Niha nêzîkî 20 hezar mesîhiyên Iraqê li Lubnanê ne û li benda wergirtina vîzeyê ne, em jî di pêwendiyê de ne, dema tiştekî qewimî em alîkariya wan dikin.”