Hizbulahê êrişî Îsraîlê kir: 67 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulaha Libnanê bi dronan êrişî herêma Benjaminê ya Îsraîlê kir û li gorî agahiyan 67 kes birîndar bûne.

Radyoya Artêşa Îsraîlê êrişa Hizbulaha Libnanê piştrast kir û diyar kir ku 3 kes hatine kuştin. 

Li gorî zanyariyên medyaya Îsraîlê, ji ber êrişa bi dronan a Hizbulaha Libnanê  67 kes birîndar bûne.

Her wiha 4 kes bi giranî birîndar bûne û metirsî li ser jiyana 5 birîndaran jî heye.

Li gorî zanyariyan dronên Hizbulahê ji aliyê sîstemên parastina asmanî ya Îsraîlê ve nehatine tesbîtkirin.

Li gorî nûçeya Haaretzê, droneke kamikaze ya ku teqemenî lê barkirîbû li herêma Benjamina ya Îsraîlê ketiye.

Herêma Benjamina di navbera bajarên Heyfa û Tel Evîvê de ye.

Di dîmenan di medyaya civakî de tên belavkirin de tê dîtin ku gelek ambûlans û helîkopter sewqî herêmê tên kirin.

Hizbulahê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir. Hizbulahê diyar kir ku ev êriş wekî tolhildana êrişên Îsraîlê hatiye kirin.

Hizbulahê diyar kir ku ew cihê hatiye armanckirin herêma Benjanmina ye û li başûrê Hayfayê ye.

Li gorî Hizbulahê cihê hatiye armanckirin kampeke perwerdeya Artêşa Îsraîlê bûye.

Hizbulahê amaje bi wê yekê kir ku ji ber êrişa wan gelek leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û birîndarkirin.

Roja pêncşemê Artêşa Îsraîlê Beyrûta paytexta Libnanê bombebaran kiribû û di wê bombebaranê de herî kêm 22 kes hatibûn kuştin.

Hizbulahê amaje bi wê yekê kir ku ev êrişa wan wekî nîşaneya piştgiriya gelê Filistînê ya li Xeta Xezeyê û parastina gelê Libnanê hatiye kirin.