Îsraîlê bang kir: Bakurê Xezeyê vala bikin!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bakurê Xezeyê Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şerê li Xezeyê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de her ku diçe germtir dibe.

Artêşa Îsraîlê li bakurê Xezeyê ji xelkê xwest ku ji wir derkevin.

Îsraîl gelek caran berî ku êrişî cihekî bike agahdariya valakirinê dide.

Şêniyê bakurê Xezeyê Seîd Mihre li ser bangewaziyê got:

“Wan kaxizên agahdariyê bi ser me de avêtin.

Ew daxwaza valakirina herêmê dikin lê em li vir dimirin û naçin başûrê Xezeyê.”

Berî şer li bakurê Xezeyê zêdetirî milyonek kesî dijiyan, niha kêmî 120 hezar kesî mane.

Artêşa Îsraîlê zexteke zêde li kesên mane dike ku ber bi başûr ve biçin.

Li ba Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi pêşniyara fermandarên artêşê plana guherîna bakurê Xezeyê ya herêmeke tam leşkerî heye.

“Konekî me jî nîne”

Ev yek jî piştî wê idîayê hat ku tê gotin Hemas li bakurê Xezeyê rêzên xwe bihêz dike.

Şeniyekî din ê bakurê Xezeyê Bessam jî li ser rewşê anî ziman:

“Ev cara bîstemîn e ku em derbider dibin.

Artêşa dagirker bi dijwarî bombebaran dike, tiştek li ser tiştekî nehiştiye.

Heta konekî me jî nîne ku em tê de bijîn.”

Hezîrana îsal êrişên Îsraîlê yên li bakurê Xezeyê kêm bûbûn lê niha careke din dijwar bûne.

Êrişa dawî bû sedema kuştina 7 endamên malbatekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst