Li sînorê Libnan-Îsraîlê şer: Rojnamegerek hat kuştin, 5 jî birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê Libnan û Îsraîlê di êrişeke li dijî rojnamegeran de rojnamegerekî canê xwe ji dest da û 5 rojnameger jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Libnanê (NNA) ragihand ku kameramanê Reutersê Îsam Ebdullah di êrişeke li bajarokê Alma Şaabê ya li sînorê Îsraîlê canê xwe ji dest daye.

Televîzyona El Cezîreyê ya Qeterê di weşana xwe ya zindî de ji cihê bûyerê ragihand ku 2 rojnamegerên birîndar xebatkarên wan in.

Otomobîla ku di êrişê de hatiye armancgirtin bi temamî şewitiye.

Li gorî nûçeyeke AAyê jî 5 rojnamegerên ku di êrişê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

Nakokiyên Îsraîl û Hemasê li Xezeyê ya dorpêçkirî veguherî şerekî dijwar.

Şer û pevçûnên di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbulaha Libnanê de jî bi êrişa Hemasê ya 6ê mehê dîsa germ bû.

Artêşa Îsraîlê li sînorê xwe yê bakur jî di amadebaşiyê de ye.