PWK: Êrişên li ser sivîlên Îsraîl û Xezeyê nayên qebûlkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzan Kurdistanê (PWK) ragihand ku “Qetlîam û erîşên li ser xelkên sivîl ên Xeze û Îsraîlê nayên qebûlkirin.”
Baskê çekdarî yê rêxistina Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn bi navê “Tofana Eqsayê” êrişî komelgeh û gundên Îsraîlê yên nêzîkî sînorê Xezeyê kir.
Piştî êrişa Hemasê, Îsraîlê jî dest bi bombebarankirina Hemasê kir ku heta niha jî şer berdewam e.
Ji ber şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hemasê de bi hezaran sivîl bûne qurbanî.
"Dikare gelekî berfireh bibe"
PWKyê bi daxuyaniyekê bal kişand li ser berfirehbûna şer û got:
“Pirsgirêka Îsraîl û Filistînê careke din kete rojeva cîhanê. Bi êrişa Hemasê ya li dijî Îsraîlê şerekî ku sivîlan jî armanc digire dest pê kir û ev şer berdewam e.
Ev şerê ku rojeva tevaya dinyê meşxûl dike, eger berdewam bike, dikare gelekî berfireh bibe. Şandina keştiyên şer ji aliyê Amerîkayê ve nîşaneke berbiçav a vê yekê ye.”
"Teroreke eşkere ye"
PWKyê banga rawestandina şer kir û got:
“Hemû êriş û qetlîamên li Xeze û Îsraîlê yên li dijî sivîlan teroreke eşkere ye û ev nayê qebûlkirin.
Divê saziyên navneteweyî, dewletên zilhêz û dewletên herêmê demildest hewl bidin ku vî şerê rawestînin ku herî zêde sivîl jê zererê dibînin.”
PWK di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:
“Li Rojhilata Navîn, destpêka aştiyeke misoger, bi pêkanîna mafên çarenivîsa gelê Filistînê û gelê Kurdistanê û bi naskirina dewleta Îsraîlê mimkin e.
Rêya vê jî ne bi şer lê di çavderiya sazî û dezgehên navneteweyî de, rojekê berî rojekê bi destpêkirina hevdîtin û muzakereyên dualî, bi rê û rêbazên aştiyane çareserkirina pirs û pirsgirêkan mimkin e.”