PWK: Êrişên li ser sivîlên Îsraîl û Xezeyê nayên qebûlkirin

13-10-2023
RÛDAW
Nîşan PWK Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzan Kurdistanê (PWK) ragihand ku “Qetlîam û erîşên li ser xelkên sivîl ên Xeze û Îsraîlê nayên qebûlkirin.”

Baskê çekdarî yê rêxistina Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn bi navê “Tofana Eqsayê” êrişî komelgeh û gundên Îsraîlê yên nêzîkî sînorê Xezeyê kir.

Piştî êrişa Hemasê, Îsraîlê jî dest bi bombebarankirina Hemasê kir ku heta niha jî şer berdewam e.

Ji ber şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hemasê de bi hezaran sivîl bûne qurbanî.

"Dikare gelekî berfireh bibe"

PWKyê bi daxuyaniyekê bal kişand li ser berfirehbûna şer û got:

“Pirsgirêka Îsraîl û Filistînê careke din kete rojeva cîhanê. Bi êrişa Hemasê ya li dijî Îsraîlê şerekî ku sivîlan jî armanc digire dest pê kir û ev şer berdewam e.

Ev şerê ku rojeva tevaya dinyê meşxûl dike, eger berdewam bike, dikare gelekî berfireh bibe. Şandina keştiyên şer ji aliyê Amerîkayê ve nîşaneke berbiçav a vê yekê ye.”

"Teroreke eşkere ye"

PWKyê banga rawestandina şer kir û got:

“Hemû êriş û qetlîamên li Xeze û Îsraîlê yên li dijî sivîlan teroreke eşkere ye û ev nayê qebûlkirin.

Divê saziyên navneteweyî, dewletên zilhêz û dewletên herêmê demildest hewl bidin ku vî şerê rawestînin ku herî zêde sivîl jê zererê dibînin.”

PWK di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:

“Li Rojhilata Navîn, destpêka aştiyeke misoger, bi pêkanîna mafên çarenivîsa gelê Filistînê û gelê Kurdistanê û bi naskirina dewleta Îsraîlê mimkin e.

Rêya vê jî ne bi şer lê di çavderiya sazî û dezgehên  navneteweyî de, rojekê berî rojekê bi destpêkirina hevdîtin û muzakereyên dualî, bi rê û rêbazên aştiyane çareserkirina pirs û pirsgirêkan mimkin e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst