Adil Ebdulhemîd li gor hejmara pûanan postan dide aliyan

Silêmanî (Rûdaw) - Hêj derneketiye ku serokwezîrê erkdarkirî bo pêkanîna hikûmeta paşerojê ya Iraqê, bi kîjan nexşerêyan li deriyê aliyan dide, daku di derbarê naveroka xuyayên hikûmetê guftûgo bike. Lê aşkere bûye ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bêhêvî bûn ji wê yekê, ku karibin bi hevdu re guftûgoya pêkanîna hikûmetê li gel Adil Ebdulhemîd bikin. Endamekî serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û aliyên din ên dixwaze yek bin: “Baştir e bi hevdu re biçin, bo Kurd bihêz biçin ser maseya danûstandinê.” Lê serkirdeyekî PDKê dibêje, “ew bihevrebûna ji destpêkê ve ji ber avêtiye.”

 

Roja 3ya Cotmeha 2018a çend demjimêran piştî ku Berhem Salih wek Serokomarê Iraqê li Koşka Selam dest bi kar kir, nameya erkdayînê pêşkeşî Adil Ebdulhemîd kir, daku di nav mehekê de hikûmetê ava bike. Ebdulhemîd di wê baweriyê de bû ku dikare Îran û Amerîkayê li Iraqê bike yek, lê guftûgoyên rojên dahatûyê derdixin, ku berbest û nakokiyên siyasî û mezhebiyan bihêztir in an Adil Ebdulhemîd.

 

Piştî Seddam Husên ew dibe serokwezîrê duyem ê Iraqê, ku li gel Kurdan wek pêkhatiyeke parçe parçe guftûgoyê li ser pêkanîna hikûmetê dike.

 

4 postên Kurdan mane

 

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Arêz Ebdulla dibêje, hêj serokwezîrê erkdarkirî proje û bernameya xwe diyar nekiriye, daku em bizanin kengî li gel aliyan dest bi guftûgoyan dike û dixwaze hikûmeteke çawa ava bike: “Lê bo me Kurdan, girtîngtiîn kar ew e, ku heta ew amade dibe, em jî yekrêziyekê dirust bikin û parçe parçe guftûgoyê li gel wî nekin.”

 

Arêz Ebdulla got, bo danîna cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê û serokomar ji hev cuda çûn Bexdayê nedibû em wiha bikin: “Lê hêj jî em ger karibin bimînin, em bi wê pertewaziyê nikarin giraniya xwe bi kar bînin û  daxwaziyên xwe bixin ber wan, divê em û PDKê hewl bidin î yekrêziyê li gel Goran, Komela û Yekgirtû jî çêbikin.”

 

Endamekî serkirdayetiya PDKê, ku ji ber rewşa hestiyar nexwest navê were belavkirin, di wê baweriyê de ye, ku YNK bi yekalî neketa nav guftûgoyên posta serokoamriyê û li nav fraksiyonên Kurdistanî de bihata diyarkirin, çêkirina yekrêziyê Kurdistanî di nav PDK û YNKê û 3 aliyên din hêsan dibû: “Lê YNK bi gaveke şaş dest pê kir û niha jî ew yekrêziya dijwar bûye.”

 

Ew endamê serkirdayetiya PDKê dibêj: “Piştî postê serokomar û cîgirê serokê parlamentoyê 4 postên din mane, ku bidine Kurdan. Postê cîgirê serokê hikûmetê û wezaretekî serwer dibe para PDKê. Destnîşankirina wa herdu postan dimîne, daku gava aşkere dibe endamên Ebdulhemîd çawa ne û pêkanîna hikûmetê dê çawa be.”

 

“29 pûanên Kurdan hene"

 

Parlamenterê Hevpeymaniya Fethê Amir Faiz ji bo Rûdawê ragihand, li gor wê rêkevtina li gel Adil Ebdulhmemîd hatiye çêkirin, alî bo her postên dibin para wan, divê 5 endaman pêşkeş bikin û ji aliyê Edbulhemîd ve yek ji wan tê hilbijartin.

 

Ew parlamenter behsa mercên serokwezîrê erkdarkirî kir bo pêkanîna hikûmetê, ku xwestibû divê azadiyeke giştî hebe bo diyarkirina wezîran, daku alî hejmareke bebrijêr pêşkeş bikin ew jî yek ji wan hibijêre. Lê xwezaya hevkêşeyên siyasî, mezhebî û neteweyî yên Iraqê wiha ne , ku ne hêsan e Adil Ebdulhemîd bi daxwaza xwe hikûmetê pêk bîne.

 

Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî dibêje, wezaret li ser bingeha pûanan dabeş dikin û du endamên parlamentoyê bi pûanekê tê hesibandin. Cîgirê serokê hikûmetê beramberî 10 pûan e, wezareta serwer beramberî 5 pûan e û wezareta xizmetguzariyê beramberî 4 pûan e. Viyan Sebrî got, “PDK niha xwediyê 13 pûanan e û dikare cîgirê serokwezîr û wezareta serwer bigire."

 

Wê got: “Lê kêşeyeke din ew e, ku biryar hatiye derxistin kabîneya hikûmet bo 15 wezaretan biçûk were girtin û wê demê jî bidestxistina postan giran dibe bo aliyan.”

 

Azêr Ebdulla venaşêre ku mafê PDKê heye postê cîgirê serokê hikûmetê li gel wezaretekê bigire: “Ger PDK bixwaze wezareta serwer jî werbigire, divê PDK û YNK guftûgo bikin û kêşe çênabe, lê ay girîng ew e, ku divê li gel aliyên siyasî din ên Herêma Kurdistanê jî guftûgo bikin û li ser postên din kêşeyên me nebin.”

 

Adil Ebdulhemîdcwediyê kesayetiyeke siyasî ya diyar e û şarezayê beşa aborî ye, di warê 90ên sedsala derbasbûyî de. Ji ber bîrûbaweriyên xwe yên siyasî yên li dijî rejîma berê ya Seddam, wek neyarekî desthilat bi awayekî xiyabî cezaya bidarvekirinê derbarê wî de hat derxistin. Ew yek ji wan serkirdeyên Iraqê ye, ku tê qebûlkirin, ku peywendî û nêzîkatiyeke wî ya pir heye li gel serkirdeyên Kurd. Di navbera 2yê Hezîrana 2004 û 6ê Nîsana 2005a de Wezîrê Darayî yê Iraqê bû û di navbera 7ê Nîsana 2005 û 11ê Tîrmeha 2011a de jî cîgirê serokomarê Iraqê, Celal Talebanî bû.

 

Hevpeymaniyên Nediyar

 

Di 2yê Gulanê de rîzbendiya siyasî ya Iraqê bi yevahî guherî. Hejmara kursiyên wê lîsteya Nûrî Malikî serokayetî dikir, daket û Heyder Ebadî jî nikarîbû hejmarekê bi dest bixe, ku di nav karwanê pêkanîna hikûmeta  nû de cih bigire. PDK 25 kursî, YNK 18 kursî, Tevgera Goranê 4 kursî, Nifşa Nû 4 kursî, her yek ji Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî jî bi 2 kursiyan çûn Parlamentoya Iraqê.

 

Beriya ku Dadgeha Bilind a Iraqê endamên dawî yên hilbijartinê pesend bike, Tevgera Goranê, Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadweriyê li Silêmaniyê hevpeymaniyek bo karê hevbeş li Bexda û Kurdistanê ragihand. Endama Fraksiyona Goranê li Parlamentoya Iraqê Behar Mehmûd dibêje: “Ji ber vê yekê ew nizanin 2 parlamaneterên hevpeymaniyê çi dikin. Divê em bibêjin her 3 aliyên pirs û ray dikin ku eceb çawa hevpeymaniyê bixin meriyetê.”

 

Lê Parlamenterê Komela Îslamî li Parlamentoya Iraqê Ehmedî Hacî Reşîd dibêje, hêj em nizanin ew hevpeymanî maye an na:” Divê polîtburoyên siyasî yên partiyan biryarê bidin, ku çawa guftûgoyê li gel aliyên Iraqê bikin bo beşdariya hikûmetê.”

 

Ehmedî Hacî Reşîd di wê baweriyê de ye, ku hêj zû ye bo axavtina li ser beşdarî hikumetê dikin an na: “Ji ber ku Adil Ebdulhemîd hêj li gel aliyan dest bi guftûgoyan nekiriye.”