CENTCOM: Me çekdarekî DAIŞê kuşt

13-09-2024
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Amerîka Îraq Şerê DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Sûriyeyê çekdarekî pilebilind ê DAIŞê kuştiye.

CENTCOMê diyar kir ku wan hefteya borî roja çarşemê li Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke asmanî de çekdarekî DAIŞê kuşt.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, çekdarê DAIŞê li dijî Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê û hevbeşên wan amadehiya êrişekê dikir.

CENTCOMê da zanîn ku çekdarê DAIŞê bombe li dijî wan diçandin û plana êrişekê dikir.

Divê were gotin ku Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê û artêşa Îraqê li rojavayê parêzgeha Enbarê li dijî şikeftên DAIŞê operasyoneke asmanî pêk anîbûn.

Di wê operasyona hevbeş de herî kêm 15 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, wan di 6 mehên destpêkê de 44 çekdarên DAIŞê li Sûriye û Îraqê kuştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst