Kongreya Îtîlafa Mixalefeta Sûriyeyê bi dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Îtîlafa Mixalefeta Sûriyeyê ku di 12ê Îlonê de li Stenbolê hatibû lidarxistin bi dawî bû.

Îtîlafa Mixalefeta Sûriyeyê 12ê Îlonê li Stenbolê 68emîn Kongreya xwe ya asayî li dar xist û pêvajoya fermî îro bi civîneke kurt bi dawî bû.

Di vê kongreyê de alîkar û sekreterê giştî yên nû hatin hilbijartin.

Îtîlafa Mixalefeta Sûriyeyê ji 83 endaman pêk tê, 15 jê Kurd in, 11 nûnerên ENKSyê ne.

Herwiha 3 nûnerên Kombenda Kurdên Serbixwe ya Sûriyeyê û endamekî serbixwe tê de cih digirin. 

Di civînê de Hadî Behre û Heysem Rehmê xwe ji bo postê serokê Îtîlafê kirin berbijêr lê Heysem Rehme xwe vekişand û Hadî El-Behre bi dengên 65 endaman bû serokê Îtîlafê.

Heysem Rehmê bi dengên 59 endamên Îtîlafê bû Sekreterê Giştî yê Îtîlafê.

Ebdilhekîm Beşar, Dîma Mûsa û Ebdilmecîd Berekat wekî alîkarên Serokê Îtîlafê hatin hilbijartin.

‘Civînê bi nîqaşan dest pê kir’

Endamê Îtîlafa Mixalefeta Sûriyeyê û Nûnerê ENKSyê Şelal Gedo ji peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez re axivî:

“Her sal civînên me têne li darxistin û nûner diguherin. Serê sibê guftigoyên me dest pê kirin lê ber bi nîvro ve îtifaqek pêk hat. Di hilbijartinan de jî wê îtifaqê xwe nîşan da. Îsal jî pêvajoya me serkeftî bû.

Sedema ku Heysem Rehme xwe ji endamtiya serokatiyê vekişandiye jî bi tifaqî pêk hatibû. Me li hev kir ku Hadî Behre wekî serok û Heysem Rehme jî wekî sekreterê giştî were hilbijartin.”

Şelal Gedo li ser navê ENKSyê diyar kir ku kongre bi dilê wan derbas bûye.

Şelal Gedo wiha berdewam kir:

“14 Kurdên di nava Îtîlafê de dengên xwe dan Hadî Behre. Ew wekî dostekî me ye û ji berê ve danûstandinên me bi hev re hene. Hadî Behre zavayê Kurdan e jî.

Hadî Behre beriya hilbijartin were kirin projeyên xwe bi Îtîlafê re parve kirin. Wî bi taybetî xwest li ser wan deveran rawest e ku di kontrola desthilatê de ne. 

Wî got pêwîst em li Sûriyeyê wekî nimûneyekê xwe pêş bixin û ji bo van deveran bixebitin. Divê em bikin ku gel û welatên navneteweyî jî ji me bawer bikin.

Hadî Behre bi taybet got ku pêwîst e ENKS bibe alîkar û ji bo çareserkirina tevên pirsgirêkan divê êşên gel bînin nava Îtîlafê."