Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di Bendava Koçkopru ya li Geliyê Zîlan de mirina masiyan zêde bûye.

Bendava Koçkopru di navbera salên 1978 û 1992an de li Geliyê Zîlan hatibû çêkirin, van demên dawî gelek masî di wê bendavê de dimirin.

Sala par kevzeke kesk girtibû ser wê ava ku di bendavê de diherike. Ew av ji aliyê xelkê ve ji bo avdana zeviyên çandiniyê tê bikaranîn û ava mayî jî diherike Gola Wanê.

Ji ber Santrala Hîdroelektrîkê (HES) ku li ser wê ava ku diherike bendavê hatiye çêkirin, berê çem bo aliyekî din hatiye veguhestin û ev jî dibe sedema kêmbûna ava bendavê. Tê gotin ku ji ber Santrala Hîdroelektrîk oksîjena nava avê kêm dibe û masî dimrin.

Welatî dibêjin mirina masiyan di du rojên dawî de zêde bûye, herwiha kesên ku wan masiyan berhev dikin jî nayên hişyarkirin. Heta niha rêvebiran ji bo rêgirtina li ber mirina masiyan ti tedbîrek wernegirtine.