Artêşa Îsraîlê êrişî Xezeyê kir

13-09-2021
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Filistîn Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê ragihand, roja Yekşemê piştî ku çend mûşek ji Xezeyê ve ber bi bajarê Sderot ê Îsraîlê hatin avêtin, di bersivê de firokeyên wan êrişeke esmanî bo ser Xezeyê pêk aniye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê, Avîxay Adraî (Avichay Adraee) ragihandiye, firokeyên şer ên wî welatî "4 pêgehên leşkerî yên Hemasê li Xezeyê" bombebaran kirine.

Li gor Artêşa Îsraîlê, ew her çar pêgeh ji bo "perwerdeya leşkerî, herwiha wek kargeh û embareke çekan" dihantin bikaranîn.

Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên êrişa esmanî ya Îsraîlê de nehatine belavkirin.

Piştî şerê ku di meha Gulanê de di navbera herdû aliyan de destpê kir, heya niha gelek zehmetî hene ku herdû alî bigihin rêkeftineke demdirêj tevî ku hewlên berdewam ên Misrê hene.

Di 11 rojên şerê meha Gulanê de ku bi êrişa mûşekî ya Hemasê bo ser Îsraîlê û piştre bersivdana Îsraîlê bi êrişên esmanî dest pê kiribû, herî kêm 250 Filistînî û 13 Îsraîlî hatibûn kuştin.

Ji wê demê ve agirbesteke lawaz di navbera herdu aliyan de hatiye ragihandin.

Hemas daxwaza rakirina dorpêça aborî li ser Xezeyê dike, lê Îsraîl jî daxwaza azadkirina çend sivîlên Îsraîlî û radestkirina termê leşkerekî xwe dike. Îsraîl daxwaza gerentiyê dike ku Hemas pereyan ji bo karên leşkerî bikar nayêne.

Aloziya niha di navbera herdu aliyan de, piştî revîna 6 girtiyên Filistînî ji zindaneke Îsraîlê di heftiya bihorî de zêde bûye, ku piştre hêzên Îsraîlê ragihandin ku çar ji wan girtiyên reviyayî dubare hatine girtin.

Çekdarên li Xezeyê roja Înê piştî ku 2 ji wan girtiyên reviyaî hatin girtin, mûşekek avêtin nav axa Îsraîlê û piştî girtina 2 girtiyên din jî bi mûşekek din axa Îsraîlê kirin armanc.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst