Senatorek: Amerîka bi niyaz e serbazên xwe ji Tirkiyê veguhêze Yunanê

13-09-2020
RÛDAW
Nîşan Încîrlîk Amerîka Tirkiye Yunan Yunanistan ve Kıbrıs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorekî Amerîkî dibêje, Washington bi niyaz e serbazên xwe yên li Binkeya Încîrlîk a Tirkiyê veguhêze Yunanê.

Ron Johnson, Senatorê Komariyan û Serokê Liqa Ewropa ya Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê di hevpeyvînekê de li gel kovareke Amerîkî amaje bi wê kir, siyaseta Tirkiyê Washingtonê han dide hemahengiya xwe ya serbazî li gel Yunanê zêdetir bike.

Ew senatorê Amerîkî dibêje, em nizanin çi ji Încîrlîkê tê veguhastin, em hêvîdar in rewş baş bibe, lêbelê pêwîste ji bo xirabtirîn egerê planekê amade bikin û Washington ji ber siyaseta “bêzarker” a Enqerê bîr li wê dike serbazên xwe ji Binkeya Încîrlîkê veguhêze bo Yunanê.

Ron Johnson rexne li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan digire û dibêje, “Bi ya min ev guhertina stratejîk ne daxwaza me ye, lêbelê divê ji rewşa bergiriyê ve li rastiyan binêrin ku ev jî ew e, ew rêya Recep Tayyîp Erdogan daye ber xwe rêyeke rast nîne.”

Senatorê Komarî îtîraf bi wê jî dike, veguhastina serbazên Amerîkayê ji Binkeya Serbazî ya Încîrlîkê bo Yunanê wek bijardeyekê ê dîtin û diyar dike, ev nêzîkbûna nexwestî ya Erdogan Washingtonê han dide hemahengiya serbazî û emnî ya li gel Yunanê zêdetir bike.

Binkeya Serbazî û Asmanî ya Încîrlîkê sala 1945an li bajarokê Încîrlîk ê ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê ve hat avakirin. Ev binke 8 kîlometran ji navenda bajarê Edenê û 56 kîlometran ji Derya Spî dûr e.

Binkeya Încîrlîkê zêdetirî nîv sedsal e roleke girîng di peywendiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de dibîne. Her dema ku alozî ket navbera herdu aliyan, Enqere gefa girtina Încîrlîkê li Washingtonê dixwe.

Ji ber wê yekê heta niha gelek caran hatiye belavkirin ku Amerîka li cihekê digere ku bibe alternatîva Încîrlîkê, jê piştrast be û karîgeriyê li ser çalakiyên wê yên serbazî li navçeyê neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst