DAIŞê 15 kes serjê kirin û piştre serûbinî daliqandin

Hewlêr (Rûdaw) - Çakdarên DAIŞê di yekemîn roja Cejna Qurbanê de, 15 kes bi tometa sîxûriyê serjê kirin.

 

Malperên girêdayî DAIŞê di torên civakî de, vîdyoyek belav kirin, ku tê de tê nîşandan ku çekdarên wê rêxistinê çend kesan serjê dikin.

 

Li gorî wan dîmenan, çekdarên DAIŞê 15 kesan rêz dikin û wan serjê dikin. Herwiha çekdarên DAIŞê piştre her 15 kesan dihilawîsin û avê li wan dikin, heta ku dimirin.

 

Dîmenên vê carê ji yên berê cuda ne û kesên têne serjêkirin wek kawiran dibin qurbanî û  bêyî ku serên wan bi tevahî jêve bikin, tên daliqandin û avê pêde dikin.

 

Malperên DAIŞê dane xuyakirin, ku ew dîmen di yekemîn roja Cejna Qurbanê de li bajarê Dêrezarê yê Sûriyê hatiye kişandin.

 

Li gor zanyariyên ku DAIŞê di vîdyoyê de belav kiriye, ew kes bi sîxûriyê hatine tohmetbarkirin.

 

Ji bo parastina rewişta mirovahiyê, Rûdaw wan dîmenan belav nake.