Îsraîl: Eger Îran êriş bike em dê li encamê nenêrîn û yekser lê bixin

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê ragihand ku  eger Îran êriş bike "zayîat an jî xesar çênebe jî" ew dê li Îranê bixe.

Nêzîkî du hefteyan e Tel Avîv li bendê ye ku Îran bersivê bide kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye lê Îsraîlê heta niha ev îdia qebûl nekirine.

Tehranê gotibû ku ew dê bersivekê bidin rêvebiriya Tel Avîvê.

“Îsraîl dê bersivê bide û êrişî axa Îranê bike”

Di nûçeya radyoya artêşa Îsraîlê de wiha hat gotin:

"Îsraîlê di rojên dawî de ji Amerîka û welatên Ewropayê re peyam şandin û got ku heke ji axa Îranê li dijî wan êrişeke rasterast were kirin, Îsraîl dê bersivê bide û êrişî axa Îranê bike."

“Encama çi dibe bila bibe Îsraîl dê bersivê bide êrişên Îranê”

Li gor nûçeyê di peyama ku Îsraîlê ji şirîkên xwe re şandin de wiha hat gotin:

"Encama êrişê çi dibe bila bibe, zayîata Îsraîlê çênebe jî Tel Avîv dê bersivê bide êrişên Îranê.”

Hat gotin ku armanca peyaman pêşîlêgirtina zexta civaka navneteweyî ye ku ji êrişa dijî Îranê re dengê xwe nekin.