Rojhilatê Feratê roj bi roj tevlîhevtir dibe: Erişî binkeyên Amerîkayê hate kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpeke bi navê Parastina Gelêrî ya Herêma Rojhilatê ragihand ku wan bi roketan êrişî sê binkeyên Amerîkayê yên li rojhilatê Feratê kir.

Li gorî daxuyaniya Grûpa Parastina Gelêrî ya Herêma Rojhilatê, çekdarên wê binkeya Zeviya el-Omerê bi 4 rokêtan, binkeya zeviya Konokoyê bi 5 rokêtan û binkeya Şedadiyê bi rokêtekê kirine armanc.

Heta niha hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ti daxuyanî di derbarê îdiaya vê grûpê de nedane.

Herêma rojhilatê Çemê Feratê ku di bin kontrola HSD û Hevpeymaniya Navdewletî de ye roj bi roj tevlîhevtir dibe.

Alozî û nakokiyên di navbera grup û dewletên li herêmê de her ku diçe berbiçavtir dibin.

Ev yek jî pêşbîniyên li ser rûbirûbûneke leşkerî ya li Sûriyeyê xurttir dike.