Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê li Stenbolê civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Baskê siyasî yê Îtîlafa Opozîsyona ku Tirkiye piştevaniya wê dike, li Stenbolê derbarê geşedanên piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyan.

Îro Îtilafa Opozîsyona Sûriyê, li Stenbolê civiya û ev civîn di demekê de ye ku gotina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawîşoglu di derbarê çêkirina pêwendiyê di navbera opozîsyon û hikûmeta Sûriyê de gelek karvedan li pey xwe anîne.

Itilafa Opozîsyona Sûriyê, di civîna îro de gotinên Çavuşoglu nirxand ku li navçeyên di bin kontrola hêzên opozîsyona Sûriyê de nerazîbûneke zêde çêkir û bû sedema xwepêşandanan.

Nerazîbûn gihîştine astekê ku alîgirên Opozîsyona Sûriyê ala Tirkiyê bişewitînin û wê weke welatekî dagîrker binav bikin.

Piştî van geşedanan, nûnerên opozîsyona Sûriyê ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike li Stenbolê civînek li dar xist. Têkildarî encama hevdîtinê ti daxuyanî nehat dayîn.

Çi bibû?

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêr Pêncşembê 11ê Tebaxê li Enqere ya paytexta Tirkiyê piştî bidawîbûna Konferansa Balyozan aşkere kiribû ku bo yekemîn car ji destpêka aloziyên li Sûriyê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re hevdîtin kiriye.

Çavuşoglu diyar kiribû, hevdîtina wî ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Belgrad a paytexta Sirbistanê û li ser pêyan û kurt bûye.

Çavuşoglu herwiha gotibû, “Divê em bi awayekî opozîsyon û rejîma Sûriyê li hev bînin, heger na aştiyeke mayînde çê nabe.”

Piştî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê di sala 2011an de peywendiyên her du welatan têk çûbû û heta niha jî Tirkiye alîkariya hejmareke grupên çekdarî li nav Sûriyê dike ku wek opozîsyon xwe didin naskirin û navçeyên wek Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Cerablus û Babê ên bakurê Sûriyê di jêr kontrola wan de ne.

Li dijî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê, li bajar û bajarokên li bakurê Sûriyê û yên Rojavayê Kurdistanê yên wek Girê Spî, Cerablus û Ezazê xwepêşandan hatin lidarxistin û gotinên Mevlut Çavuşoglu hatin protestokirin, herwiha di xwepêşandanan de alaya Tirkiyê jî hat şewitandin.