Îmarat û Îsraîlê rêkeftina aştiyê îmze kirin

13-08-2020
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îmarat Amerîka Rêkeftin Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Cênişînê (Welîahdê) Ebûzebî Mihemed bin Zayid peywnediyeke telefonî encam dane û gihîştine rêkeftinê. Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî dibêje, Îmarat û Îsraîlê “rêkeftineke dîrokî” îmze kirine.

Mihemed bin Zayid di twittekê de ragihandiye: “Di peywendiyeke telefonî de îro li gel Serokê Amerîkayê Trump û Serokwezîrê îsraîlê Netanyahu, rêkeftin li ser rawestandina zêdekirina zewiyên Felestînî ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin. Herwiha Îmarat û Îsraîlê li hev kirin, ku nexşerêyekê bo karê hevbeş û peywendiyên du alî amade bikin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump deqa “daxuyaniya hevbeş a Amerîka, Îsraîl û Îmaratê” belav kir ku tê de amaje bi wê hatiye kirin, ev rêkeftina “dîplomatîk a dîrokî aştiyê li herêma Rojhilata Navîn pêş ve dibe.”

 

 

Di daxuyaniya hevbeş hatiye tekezkirin ku Amerîka, Îsraîl û Îmarat sûdmend dibin ji “destkeftên dîrokî yên îro” û biryar e şandên hevbeş ên Îsraîl û Îmaratê di hefteyên bê de rêkeftina dualî îmze bikin li ser pirsên weberhênan, geştûguzar, geştûn asmanî yên rasterast, pirsa emnî, hêlên peywendî, teknolojî, enerjî, tendirustî, çand, jîngeh, vekirina balyozxaneyan û pirsên din ku sûda herdu aliyan tê de ye.

Li ser daxwaza Serokê Amerîkayê û bi palpiştiya Îmaratê, ragihandina desthilata xwe li ser navçeyên Filistînî de radiwestîne ku Mihemed bin Zayid di twittekê de aşkere kir ku “rêkeftin li ser rawestandina zêdekirina zewiyên Felestînî ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin.`

 

 

 Berpirsekî bilind ê Îsraîlê ragihandiye ku ew berdewam dibin bi hev ve girêdana hinek beşên kenarê rojavayê Filistînê bi Îsraîlê ve û got jî, “Îdareya Trump daxwaz kiriye ku bi şêweyekî demkî ragirtinê rabigihînin.”

Mihemed bin Zayid amaje bi wê jî kir, “Îmarat û Îsraîlê li hev kirin, ku nexşerêyekê bo karê hevbeş û peywendiyên du alî amade bikin.”

Di daxuyaniya hevbeş a sê alî de ku Donald Trump belav kiriye hatiye gotin, asayîkirina peywendiyan û ev dîplomasiya aştiyane “du hevpeymanên Amerîkayê yên herî bawerpêkirî û bişiyan li navçeyê li hev nêzîk dike. Îsraîl û Îmarat li gel Amerîkayê dest bi cîbicîkirina bernameyeke karê statejîk bo Rojhilata Navîn dikin bi mebesta berfirehkirina karê dîplomasî, bazirganî û hemahengiya emnî.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî li hejmara xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kir û ew rêkeftina di navbera herdu welatan de weke “rojeke dîrokî” binav kir û aşkere kir ku ew dê daxuyaniyek berfirehtir derbarê rêkeftinê de bide.

 

 

Li aliyê din Hemas û Fetihê jî derbarê wê rêkeftina Îsraîl û Îmaratê daxuyaniyek belav kirin. Hemasê nerazîbûn nîşanî rêkeftinê da û got, Îmaratê “xence li pişta Filistîniyan da.”

Hereketa Fetih jî ew rêkeftin wek destjêberdana Îmaratê ji erka xwe ya olî, netewî û mirovî ya li hember “doza Filistînê” binav kir.

Ev rêkeftin di demekê de ye ku Îmaratê dewleta Îsraîlê ku sala 1948an hatiye avakirin bi fermî nas nedikir û heta roja îmzekirina vê rêkeftinê jî ti peywendiyeke dîplomatîk di navbera herdu aliyan de nebû.

Îmaratê jibilî geştên transit rê nedida hemwelatiyên Îsraîlê têkevin wî welatî. Lêbelê di van heyamên dawîn de nêzîkbûnek di navbera aliyan de hebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst