Sûriyeyê bersiva Erdogan da: Ji bo asayîbûna pêwendiyan divê hêzên Tirkiyeyê vekişin

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Karên Derve ya Sûriyêyê ragihand ku ji bo “asayîbûna” pêwendiyan bi Tirkiyeyê re divê ew vegerin rewşa beriya 2011an û hêzên Tirkiyeyê jî vekişin.

Sûriyeyê piştî bêdengiyeke demdirêj bersiv da daxuyaniyên Tirkiyeyê yên li ser asayîkirina pêwendiyan.

Wezaretê Karên Derve ya Sûriyeyê di daxiyaniyekê de got:

 “Demeke helwest û daxuyanî li ser  pêwendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de berdewam dikin.

Komara Erebî ya Sûriyeyê bi bîr dixe ku ew her tim dilgiran e ku bi zelalî eşkere bike.

Sûriyeyê hîn jî li ser wê baweriyê ye ku berjewendiya welatan li ser pêwendiya saxlem a di navbera wan de ye, ne li ser nakokiyan û dijminatiyê ye.”

Wê tekez kir ku "her destpêşxeriyek di vî warî de divê li ser bingehên zelal were avakirin ji bo misogerkirina gihandina encamên xwestî ku ew jî vegerandina peywendiyên her du welatan ji bo rewşa wan a asayî ye."

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku bingeha danûstandinên Şam û Enqereyê divê li ser vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji nav axa Sûriyeyê be.

Li gorî gotina Sûriyeyê piştgiriya Tirkiyeyê li komên çekdar ne tenê ji bo ewlehiya Sûriyeyê herwiha ji bo ewlehiya Tirkiyeyê jî tehdît e.

Erdogan: Min Esed dawet kiriye

Divê were gotin Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan demek e behsa asayîkirina pêwendiyan bi Sûriyeyê re dike.

Herwiha Erdogan li NATOyê li ser diyaloga bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re wiha gotibû:

“Min ji birêz Esed re got, ‘yan were welatê me, yan jî li welatekî sêyem em hevdîtinê bikin’ min ev bangawaziya xwe beriya du hefteyan kiribû û li ser vê mijarê min Wezîrê Karên Derve yê welatê xwe erkdar kiriye.

Ew jî ligel aliyên berpirsiyar gotûbêjan dike. Bi hêviya Xwedê, em dê vê rewşa derbas bikin û em dixwazin qonaxeke nû dest pê bikin.”

Li aliyê din tê zanîn ku Rûsya û Îraq navbeynkariya Sûriye û Tirkiyeyê dikin.

Fuad Husên: Bexda ji bo civîna her du aliyan însiyatîf wergirtiye

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li ser navbeynkariya Şam û  Enqereyê ji Rûdawê got:

“Hikûmeta Îraqê ji bo berpirsên Tirkiye û Sûriyeyê li Bexdayê bicivin û asayîkirina pêwendiyên her du welatan gotûbêj bikin însîyatîf wergirtiye.

Lihevkirineke destpêkî li ser civînê hatiye kirin lê dîrok nehatiye diyarkirin. Ez vegeriyam Bexdayê, em dê rojekê diyar bikin."

Me bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriye û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê re jî hevdîtin pêk anî.”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê: Lihevkirin komplo ye

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî diyar kiribû ku lihevkirina Sûriye û Tirkiyeyê komployeke mezin e.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê amaje bi destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê kiribû û wiha gotibû:

"Her kes dizane ku rola dewleta Tirkiyeyê ya dagirker ji destpêka şoreşa li Sûriyeyê de neyînî ye.

Ev lihevkirin, ger pêk were, wê demê li dijî gelê Sûriyeyê bi tevahî etnîkên wê komployeke mezin e û rewabûna dagirkirina Tirkiyeyê ye.”

Divê were gotin piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê sala 2011an, Tirkiyeyê piştgirî da komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku hewl didin dawiyê li desthilata Beşad Esed bînin.

Leşkerên Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê herêm û bajarên wekî, Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî yêm Rojavayê Kurdistanê û El Bab, Ezaz û Idlibê yên Sûriyeyê xwedî hêz in.