Serokê Filistînê bo Jan Dost: Dewletbûn mafê Kurdan e

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û romanivîsê Kurd Jan Dost li Filistînê, hevdîtinek ligel serokê wî welatî Mehmûd Ebas Ebû Mazin pêk anî û yek ji mijara hevdîtina wan serxwebûna Kurdistanê bûye. Dost da zanîn ku Mehmûd Ebas Ebû jê re gotiye ku “Kurd jî hêjayî wê yekî ne ku dewleta xwe ava bikin.

 

Li Ramella bi beşarbûna 45 romanvîs û nivîskar ku rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê jî di nav wan de bû, “Duyem Hevdîtina  Romana Erebî” birêve çû.

 

Di Duyem Hevdîtina  Romana Erebî de rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bal kişandin ser çand û kultura Kurdî û piştî bidawîhatina wê ligel Serokê Filistînê Mehmûd Ebas civiyan.

 

Romanivîs û nivîskarê Kurd ên Rojavayê Kurdistanê Jan Dost ji Rûdawê re ragihand, ku di civîna ligel Mehmûd Ebas de, helwesta wî derbarê Kurdan de erênî bû.

 

Bi gotina Dost, Ebas ji wî re gotiye, ew ligel mafê serxwebûna Kurdan e û Kurd dostên wan ên herî nêzîk in.

 

Ebas di civînê de eşkere kiribû, ku li Filistînê hejmareke mezin ji Kurdan hene bi taybet li navçeya Xelîl û Kurd jî hêjayî wê yekî ne ku dewleta xwe ava bikin.