EREBISTAN – Ji bo azadkirina şahzadeyan 100 milyar dolar stand

13-07-2018
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdî Şahzade Azadkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Erebistana Siûdî  nêzîkî neh meh di ser destpêka helmeta rûbirûbûna gendeliyê re derbas bû ku hejmareke mezin ji şahzade û rayedarên hikûmetê yên bi navûdeng ên wî welatî hatin desteserkirin. Rayedarên hikûmeta Erebistana Siûdî dibêjin, helmet heta niha jî berdewam e û şahzadeyekî payebilind a Siûdiyê û çendîn rayedarên hikûmî û bazirgan hatine desteserkirin.

 

Çend rayedarên hikûmetê û kesên ku haya wan ji dosyeyên desteserkiriyan heye, ji rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê re diyar kirine ku hinek ji wan kesên ku hatine desteserkirin di dema lêpirsînê de lêdan xwarine, hêzên ewlehiyê nehiştine rakevin, ji hevdîtina bi malbatên xwe û parêzerên xwe hatine bêparkirin, tevî ku li ser hinek ji wan, ti tohmetek nehatiye diyarkirin.

 

Helmeta desteserkirina şahzade û rayedarên Erebistana Siûdî, piştî pêkanîna lijneya rûrbirûbûna gendeliyê ya bi serokatiya Muhemed bin Selman dest pê kir ku pênc meh berî helmetê, pileya wî ji şahzadebûnê bo şahzadeyê cînişîn bilind bû. Hinek kesên ku hatine desteserkirin, li koşk û hotêlên nuwaze hatine bicihkirin, lê hinek ji wan jî di girtîgehan de ne û hatine îşkencekirin.

 

Di destpêka helmetê de gendeliya darayî, hederkirina mîrate û çavkaniyên giştî û bikaranîna hikûmetê ji bo qezencên takekesî, weke tohmetên sereke li şahzade û rayderên desteserkirî hatibû kirin, lê belê daxuyaniyên berdevkên hikûmeta Erebistanê ji Wall Street Journal re eşkere dike ku pirsgirêk ne tenê li ser wê yekê ye ku şahzade û rayedarên desteserkirî bi rêya neyasayî berîka xwe tijî kirine, herwiha hinek ji wan dosyeyan bi asayîşa niştimanî ya Erebistanê û terorê ve têkildar e.

 

Kesên nêzîkî şahzade û rayedarên desteserkirî amaje bi wê yekê dikin ku dezgehên ewlehiyê yên Erebistana Siûdî tohmeta xiyanet û beşdariya terorîzmê li wan kesan kiriye, vê yekê jî wisa kiriye ku cezayên demdirêj, an jî cezayê darvekirinê ji bo wan were dayîn, helbet eger hikûmet bi pereyan razî nebe.

 

Piraniya wan şahzade û rayedarên ku hatin azadkirin, soz dabûn ku dê pere bidin hikûmetê, hinek ji rayedarên Riyadê dibêjin ku dahata berdana şahzade û rayedaran gihiştiye 100 milyar dolaran.

 

Rexnegirên vê helmetê wisa bawer dikin ku Muhemed bin Selman dixwaze bi rêya çêkirina tirs û jikardûrxistina kesayetên siyasî û bazirganên bihêz ên Erebistanê, pêgeha xwe di malbata şah de bihêztir bike. Hinek çavdêr jî amaje bi wê yekê dikin ku ji bo cîbicîkirina xeyala 2030 ya Erebistanê, pêwîstiya Muhemed bin Selman bi sermayeyeke mezin heye û dixwaze beşeke wê sermayeyê ji berîkên şahzade û bazirgan û rayedarên hikûmetê derbixe.

 

Ji destpêka vê mehê ve gelek şahzade, rayedar û bazirganên binavûdeng ên Erebistanê hatin berdan. Lê kesên nêzîkî wan eşkere dikin ku hinek ji wan kesên ku hatine berdan, geşta wan ber bi welatên derve hatiye qedexekirin û heta amûrên çavdêriya hatûçûnê li ser çogên wan hatiye danîn, daku dezgehên ewlehiyê bizanin diçin ku derê.

 

Rayedarên hikûmeta Erebistana Siûdî venaşêrin ku helmeta desteserkirinê hêj berdewam e, çend roj berê jî sê milyarderên malbata Mehfûz hatin desteserkirin ku berpirsên grûpa bankayên Mehfûz in.

 

Helmeta desteserkirinê ya sala borî ya li dijî şahzade, bazirgan û rayedarên hikûmetê li cîhanê deng veda, ji ber vê yekê rayedarekî ji hikûmetê dibêje: “Hikûmet naxwaze careke din xwe bide ber şermê, niha dixwaze helmeta desteserkirinê bi awayekî bêdeng birêve biçe.”

 

Li gor raportê, hikûmeta Erebistana Siûdî ji Amir El Debax ku serokê berê yê ajansa veberhênana Erebistanê bû, daxwaza %70ê hemû malên wî û %50ê hemû qezenca wî ya siberojê radestî hikûmetê bike, daku were berdan. Lê belê El Debax ev daxwaz red kiriye. Kesên nêzîkî Amir El Debax eşkere kirine ku ew rastî îşkenceya laşî û derûnî ya tund hatiye. Kesekî ji malbata wî jî dibêje ku derbarê wî de ti tohmet û belge tine ne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst