Li ser Behra Ummanê di 2 keştiyên petrolê de teqîn çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser Behra Ummanê di du keştiyên tanker ên petrolê de teqîn çêbû.

 

Li gor nûçeya ku têlevîzyona dewletê ya Îranê dispêre çavkaniyên herêmî, li ser Behra Ummanê di du keştiyên mezin ên ku petrola xam lê barkirî ye de teqîn çêbû.

 

Hat gotin ku piştî teqînê herdu tankeran ji welatên derdora kendavê alîkariya bilez xwest, lê binavbûna tankerekê dest pê kir.

 

Piştî bûyerê karmendên keştiyê hatine rizgarkirin û rewşa wan tenduristî baş e.

 

Hêza Deryayî ya Amerîkayê jî ragihand ku ew ji bûyerê agahdar in û wan alîkariya pêwîst kiriye.

 

Heta niha jî sedama teqînan nayê zanîn.