Serokê Îmarata Erebî koça dawî kir

13-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Niheyan îro Înê 13ê Gulana 2022an di 74 saliya xwe de koça dawî kir. Wezareta Karûbarên Serokayetiya Îmarata Erebî ragihand, dê ala wî welatî 40 rojan li ser daîreyên fermî heta nîvî bînine xwarê û biryara sê rojan betlane ji bo fermangehên fermî û taybet hat dayîn.

Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Niheyan di 7ê Îlona 1948an de li bajarê El Eynê ji dayik bû. Ew kurê mezin ê damezrînerê Îmarata Erebî ye. Duyemîn serokê Îmarata Erebî û şeşemîn hakimê 16emîn a Îmarata Erebî li Ebû Dabî bû. Di 3ê Çiriya Paşîna 2004an de, ew şûna bavê xwe Zeyd Bin Sultan bû serokê Îmarata Erebî.

Di dema jiyana xwe de, Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Niheyan çendîn erk wergirtibûn, di nav wan de Serokê Encûmena Bilind a Petrolê û Ajansa Veberhênanê ya Ebû Dabî, Wezîrê Berevanî û Darayî, Cîgirê Serokwezîr û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar.

Di sala 1964an de Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Niheyan bi Şemsa Suhêl bîn Hemed Mezrûî re zewicî û 8 zarokên wan hene, du jê kur in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst