Îraq û Urdinê qadên xwe yên asmanî ji çûnûhatinê re girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê Rezzaq El-Sadawî ragihand ku qada asmanî ya Îraqê ji çûnûhatinê re hatiye girtin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî got. "Îranê bi dehan droneyan ji xaka xwe û hêzên xwe yên wekîl şandine ser Îsraîlê. Artêşa me ji bo êrîş û parastinê amade ye."

Urdinê jî qada xwe ya asmanî ji çûnûhatinê re girt

Li aliyê din Urdinê jî biryar daye ji îşev ve sînorên xwe yên asmanî li ser hemû firokeyan bigire.

Lijneya Rêkûpêkkirina Hewayî ya Sivîl a Urdunê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku wê biryar daye ku ji îşev qada hewayî bi awayekî demkî were girtin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê êrişa Îranê ya li ser welatê wî de daxuyaniyek da.

Netanyahu di peyama xwe ya vîdeoyî de got:

"Welatiyên Îsraîlî di van salên dawî û heta van hefteyên dawî de jî xwe ji îhtimala êrişeke rasterast ji Îranê re amade dikin.

Sîstemên me yên parastinê hatine bicihkirin. Em hem ji her cure senaryoyan re, hem ji parastin û hem jî ji êrişê re amade ne.

Dewleta Îsraîl bi hêz e, Hêzên Parastinê yên Îsraîlê bi hêz in, gelê me bi hêz e."