Netanyahu: Sîstema me ya parastinê ji bo êrişan amade ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku welatê wî ji her êrişeke rasterast a Îranê re amade ye û dê bi heman awayî bersivê bide.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê êrişa Îranê ya li ser welatê wî de daxuyaniyek da.

Netanyahu di peyama xwe ya vîdyoyî de got:

"Welatiyên Îsraîlî di van salên dawî û heta van hefteyên dawî de jî xwe ji îhtimala êrişeke rasterast ji Îranê re amade dikin.

Sîstemên me yên parastinê hatine bicihkirin. Em hem ji her cure senaryoyan re, hem ji parastin û hem jî ji êrişê re amade ne.

Dewleta Îsraîl bi hêz e, Hêzên Parastinê yên Îsraîlê bi hêz in, gelê me bi hêz e."

Netanyahu spasiya piştevaniya Amerîka û Brîtanya, Fransa û gelek welatên din kir û got:

“Min prensîbek çêkir, kî zerer bide me, em jî dê zererê  bidin wan.

Em dê li hemberî her cure gefan xwe biparêzin. Em dê vê yekê bi aramî û bi biryar bikin.”

Tê nûkirin...