‘Îran neçar e bersiva Îsraîlê bide’

13-04-2024
RÛDAW
Alayên Îsraîl û Îranê / Wêne: Rûdaw grafîk
Alayên Îsraîl û Îranê / Wêne: Rûdaw grafîk
Nîşan Îran Îsraîl Êriş Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê Îranê Kerîm Fetahpûr ragihand ku Îsraîl û Îran naxwazin alozî mezintir bibin lê Îran neçar e bersiva êrişê bide.

Parlamenterê berê yê Îranê Kerîm Fetahpûr îro beşdarî bultena saet 11:00an a Rûdawê bû ku Dildar Herkî pêşkêş dike.

Kerîm Fetahpûr amaje bi wê yekê kir ku ev êrişa Îsraîlê ji êrişên din ên Îsraîlê cudatir e û wiha got:

“Cudabûna êrişa vê carê ya Îsraîlê, li dijî yasayên navneteweyî ye.

Îsraîlê êrişî Konsulxaneya Îranê ya li Şamê kir û di êrişê de çend şêwirmendên leşkerî yên Îranê kuştin.”

Bi gotina Kerîm Fetahpûr, Komara Îslamî ya Îranê jî berê yasayên navneteweyî binpê kirine û êrişî konsulxane û balyozxaneya Îsraîlê ya li Arjantînê û Balyozxaneya Amerîkayê ya Tehranê kiriye.

“Îran û Îsraîl naxwazin alozî ji kontrola wan derkeve”

Di berdewamiya axaftina xwe de Kerîm Fetahpûr eşkere kir ku ne Îran û ne jî Îsraîl naxwazin alozî zêdetir bibin û ji kontrola wan derkeve û wiha domand:

“Îsraîl û Îran ti carî naxwazin alozî ji wê astê derkevin ku neyên kontrolkirin.

Rewşa navxwe ya her du welatan rê li ber wê yekê digire ku alozî ji kontrolê derkevin. Her du alî jî dixwazin alozî werin kontrolkirin.”

Li gorî gotina Kerîm Fetahpûr, eger şerek derkeve dê her du welat jî di şer de bişikên.

Kerîm Fetahpûr da zanîn ku çekên Îsraîlê yên pêşketî hene û di şer de Îran dê zererê bibîne.

“Îran neçar e bersivê bide”

Fetahpûr tekez jî kir ku Îran, ji bo razîkirina alîgirên xwe û raya giştî neçar e bersivekê bide Îsraîlê û wiha got:

“Îran neçarî bersivekê ye ku giraniya xwe li ser asta navneteweyî biparêze û raya giştî ya navxwe jî razî bike.

Eger vî karî neke, divê em bêjin ku Îranê dubare wenda kir. “

Çi bûbû?

Li Konsulxaneya Îranê ya Şamê di êrişekê de 7 efser û şêwirmendên leşkerî yên Supaya Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin.

Heta niha Îsraîlê berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye lê berpirsên Îranê dibêjin, ew êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin û gefa tolhildanê dixwin.

Rêberê dînî yê Îranê Elî Xamaneyî roja yekem a Cejna Remezanê banga tolhildanê kir.

Li gorî raportên medyaya Amerîkayê Spaya Pasdaran çend bijardeyên bersivê dane Elî Xamaneyî û yek ji wan bijardeya jî êrişa bi mûşek e li ser axa Îsraîlê.

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser gefên Îranê got:

“Kî zererê bide me, em dê zererê bidin wan. Em ji bo her êrişê û ji bo her parastinê amade ne.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant jî got:

“Her êrişeke rasterast a Îranê ya li axa Îsraîlê dê bibe sedema bersivdayîna Îsraîlê.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî hişyarî da Îranê û got:

“Em pabend in ji bo parastina Îsraîlê û em dê piştgiriya Îsraîlê bikin ku Îran bi ser nakeve. Em ji bo parastina Îsraîlê amade ne. Îran dê her êrişî Îsraîlê bike.”

Biden herwiha bangî Îranê kir êriş neke.

Li aliyê din ji duh ve Hizbullaha Libnanê bi mûşek û dronên katyûşa êrişî Îsraîlê dike û balafirên şer ên Îsraîlê jî baregehên Hizbulaha Libnanê bomberan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst